Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de di warê enerjiyê de agirbest çêbûye.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe de got, "Di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesta enerjiyê hatiye ragihandin."
"Peymanê xera nekin"
Trump diyar kir ku agirbest hem ji aliyê Moskowê û hem jî ji aliyê Kîevê ve hatiye qebûlkirin.
Li gorî gotina Trump, ev agirbest yekser ketiye meriyetê.
Her wiha Serokê Amerîkayê bangî aliyan kir ku peymanê xera nekin.
Rexne li Zelenskyy kiribû
Daxuyaniya Trump, piştî rexneyên li ser êrişên Ukraynayê yên li dijî jêrxana enerjiya Rûsyayê hat.
Serokê Amerîkayê ji ber ku êriş didomin Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy rexne kiribû.
Trump li ser Zelenskyy gotibû, "Bi ya min dema wê hatiye ku Ukrayna serokekî nû hilbijêre."



