Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew heta hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn êrişî Îranê nakin, hat angaştkirin ku artêşa Amerîkayê vebijêrkên êrişa li ser Îranê dinirxîne.
Rojnameya New York Timesê (NYT) xwe dispêre daxuyaniyên rayedarên Amerîkayî yên ku nexwestiye navên wan bên eşkerekirin û ragihand ku sê keştiyên Amerîkayê yên balafirhilgir nêzîkî Rojhilata Navîn bûne.
Planên êrişê tên amadekirin
Di nûçeyê de hat gotin ku li ser fermana Trump, artêşa Amerîkayê ji bo cebilxaneyên dron û mûşekan, tesîsên enerjiyê û hedefên din ên leşkerî yên Îranê planên êrişê amade dike.
Her wiha hat diyarkirin ku tê pêşbînîkirin ev êriş nêzîkî sê rojan biajon.
Li gorî nûçeyê, di wan êrişan de navendên biryardayînê û baregehên Artêşa Pasdaran a Îranê jî dikarin bibin armanc.
Daxuyaniya Trump a li ser hilbijartinan
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê dabû zanîn ku ew dê heta hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên 3yê Çiriya Paşîn ti êrişan nebin ser Îranê.



