Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood ragihand ku pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê bi bihêz dimînin.
Hêzên Amerîkayê îro ji baregehên xwe yên leşkerî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê vedikişin lê Washington destnîşan dike ku ev yek nayê wateya bidawîbûna pêwendiyan.
Rayedarên Amerîkî destnîşan dikin ku hevkariya bi Hewlêrê re di warên leşkerî û aborî de dê bi bihêz bidome.
"Pêşmerge hevparê artêşa Amerîkayê ye"
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood li ser vê pirsê ji Rûdawê re axivî.
Joey Hood ragihand ku pêwendiyên Hewlêr û Waşingtonê dê çarenûssaz û xurt bimînin û wiha domand:
“Pêşmerge ji mêj ve ye hevparê artêşa Amerîkayê ye. Em di şerê têkbirina DAIŞê û rizgarkirina axa Îraqê de bi hev re xebitîn."
Pêwîstiya bi pergala parastina asmanî
Joey Hood amaje bi wê yekê kir ku piştî vê qonaxê pêwîstî bi roleke aktîf a hikûmeta federal a Bexdayê heye û got:
"Divê Bexda daxwazên Herêma Kurdistanê yên ji bo pergalên pêwîst zû pesend bike.
Di nav wan de pergala parastina asmanî heye ku pêdiviyeke lezgîn e û berê ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve dihat dabînkirin.
Êdî dema wê hatiye ku Bexda di parastina asmanê hemû welêt û Herêma Kurdistanê de bi berpirsyarî tevbigere."
Her wiha berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku ew piştgiriya Kurdistaneke bihêz û xweragir dikin û ev yek stûna sereke ya pêwendiyên wan ên bi Îraqê re ye.
Yêrîvan Seîd: Hebûna hêzên Amerîkayê tenê hincetek bû
Mamosteyê Zanîngeha Amerîkî ya li Washingtonê Dr. Yêrîvan Seîd jî li ser valahiya ewlehiyê ya piştî vekişînê agahî dan Rûdawê.
Dr. Yêrîvan Seîd destnîşan kir ku hebûna leşkerên Amerîkayê ji bo komên çekdar tenê hincetek bû û got:
"Ew hêz li wir bin an nebin jî metirsiya êrişên li ser Herêma Kurdistanê û zerergihandina li sektora enerjiyê dê bidomin.
Ji bo dabînkirina pergalên dijî mûşekan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hewl dane. Di dawiyê de rêya sereke ya çareserkirina vê krîzê ew e ku dan û standinên siyasî pêk bên."
Hevkariya aborî ya nû
Li gorî nirxandina pisporan, ji bo desthilata Amerîkayê xala herî girîng pêşxistina pêwendiyên bihêz ên aborî yên di navbera Washington, Bexda û Hewlêrê de ye bêyî ku lêçûneke leşkerî li ser Amerîkayê hebe.
Ji ber vê sedemê Washington hêzên xwe vedikişîne lê amade ye çek û pergalên parastinê bifiroşe hikûmeta Îraqê.
Bexda divê di vê çarçoveyê de ji wan pergalên parastinê para Herêma Kurdistanê dabîn bike.


