Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Baskê ya Spanyayê Kongreya BIHARê bi beşdariya nûnerên civak, sazî û pisporên ku li deverên cuda yên cîhanê ji bo parastin û vejandina zimanan dixebitin, dest pê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi nûnertiya Şaxa Bipêşxistin û Parastina Zimanan di kongreyê de cihê xwe girt.
Kongreya BIHARê li ser pirseke bingehîn disekine: Zimanên ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, kêmbûna axêveran û qutbûna veguhestina navbera nifşan qels bûne, çawa dikarin dîsa bibin zimanên jiyana rojane?
Kongre tenê li ser tomarkirin an jî parastina zimanên di bin metirsiyê de nasekine.
Armanca sereke ew e ku tecrubeyên civakên cuda li ser maseyê bên berhevkirin da ku rêyên xurtkirina zimên ên di nav malbat, perwerde, kolan, çand û huner, medya, birêvebiriya herêmî û qada giştî de werin dîtin.
Di vê çarçoveyê de mijarên wekî veguhastina zimên ji nifşekî ji bo nifşekî din, perwerdeya bi zimanê zikmakî, bikaranîna zimên a di qada giştî de, rola saziyên herêmî û civaka sivîl û avakirina torên hevkariyê yên navneteweyî tên nirxandin.
Tecrubeyên vejandina zimanan li ser maseyê ne
Di rûniştinên kongreyê de ne tenê li ser rewşa zimanan, li ser çalakî, rêbaz û tecrubeyên vejandina wan jî pêşkêşî hatin kirin.
Pêşkêşiyên hatin kirin li ser rewşa civakên zimanî yên cuda, rêbazên veguhastina zimên ji bo nifşên nû, pêwendiya zimên a bi nasname û civakê re û cihê perwerdeyê sekinîn.
Di heman demê de hat destnîşankirin ku vejandina zimên ne tenê karê mamoste, zimanzan an jî saziyên perwerdeyê ye.
Hat diyarkirin ku malbat, zarok, ciwan, hunermend, sazî, birêvebiriyên herêmî û hemû civak di vê pêvajoyê de xwedî berpirsyarî ne.
Muzeya Zimanan: Dîroka qedexeyê û vejandinê
Yek ji beşên herî balkêş ên bernameyê serdana Muzeya Zimanan bû.
Muze pêvajoya dîrokî ya Baskî (Euskara), şertên ku ziman tê de hatiye qedexekirin û sînordarkirin û hewlên civakê yên ji bo vejandina wî nîşan dide.
Muze ne tenê dîroka zimanekî pêşkêş dike, di heman demê de nîşan dide ka zimanekî qelsbûyî çawa bi rêya xebata domdar a civakî, perwerde, çandî û sazûmanî dîsa ketiye nav jiyana rojane.
Ev tecrube ji bo Amedê jî xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku parastina bîra zimanî, belgekirina qedexeyan û vegotina çîroka berxwedanê dikare bibe beşek ji polîtîkayeke zimanî ya demdirêj.
Ji tecrubeyên herêmî ber bi hevkariyeke cîhanî ve
Kongreya BIHARê dixwaze tecrubeyên ku li deverên cuda bi serê xwe hatine avakirin ji hev qut nemînin.
Di bernameyê de pêngavên ji bo avakirina Federasyona Cîhanî ya Civakên ku ji bo Vejandina Zimanan Dixebitin jî tên gotûbêjkirin.
Armanc ew e ku civakên zimanî ji tecrubeyên hev sûdê wergirin û li hemberî pirsgirêkên hevpar bersivên hevpar bi pêş bixin.
Di kongreyê de hat destnîşankirin:
“Ziman ne bermahiyên pêşerojê ne. Ew bêhna civakên zindî ne.
Ew rûmet, bîr, zanîn, pêwendî, cihêrengî û qada giştî bi xwe ne.”
Nûnerên Amedê jî di vê kongreyê de hem tecrubeyên xwe parve dikin hem jî modelên ku li Baskê û civakên din hatine bipêşxistin dişopînin.
Armanc ew e ku ev tecrube li gorî mercên Amedê bên nirxandin û di xebatên paşerojê yên ji bo parastin û vejandina Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) û zimanên din ên bajêr de werin bikaranîn.



