Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Xi Jinping piştî 11 salan cara yekem bi serdaneke fermî çû Amerîkayê.
Li gorî ajansa nûçeyan a Xinhua, Serok Xi û hevjîna wî Peng Liyuan li Baregeha Hêza Hewayî ya Andrewsê ya li Marylandê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna wî Melania Trumpê ve hatin pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyeke nivîskî de piştî gihîştina xwe ya Amerîkayê, Xi diyar kir ku Çîn û Amerîka divê hevkar bin, ne reqîb.
Xi Jinping destnîşan kir ku vîzyonên "vejîna mezin a gelê Çînê" û "dîsa mezinkirina Amerîkayê" dikarin bi hev re bimeşin, hevûdu temam bikin û ji cîhanê re sûdmend bin.
Xi her wiha diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyeke ji bo aramiya stratejîk û avaker xurt bikin ku bingeha wê li ser hevkariyê be.
Xi Jinpingê ku herî dawî sala 2015an serdana Amerîkayê kiribû, piştî 11 salan ev cara yekem e serdana wî welatî dike.
Tarîfe, Îran û ewlehiya hişê çêkirî dê di rojevê de bin
Serokê Çînê Xi Jinping dê îro saet 19:00an dest bi dan û standinên dualî yên bi Serokê Amerîkayê Trump re bike.
Gotûbêj dê li ser nakokiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de, di nav de bacên gumrikê, sînordarkirinên teknolojîk û hinartina elementên erdê yên kêmpeyda û her wiha pevçûnên li Rojhilata Navîn û ewlehiya hişê çêkirî bin.
Ji rêberan tê payîn ku bi berdewamiya peymanên demkî yên ku berê li ser nakokiyên aborî û bazirganî hatine bidestxistin, balê bikişînin ser parastina îstîqrarê ya di pêwendiyan de.
Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê dê Îran û şerê li Rojhilata Navîn be.
Îhtîmala ku pevçûn rê li ber veguhestina enerjiyê bi rêya Tengava Hurmiz û Babul Mendebê bigirin, fikaran li ser ewlehiya enerjiya cîhanî zêde dike.
Berfirehkirina dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Rûsya û Îranê jî bipêşketinek e ku dikare bandorê li ser aliyê aborî yê dan û standinên bi Çînê re bike.
Ewlehiya hişê çêkirî jî dê di rojeva lûtkeyê de be. Tê payîn ku her du welat "diyaloga hişê çêkirî" bidin destpêkirin ku parvekirina agahiyan li ser xetereyên ku hişê çêkirî dikare çêbike û her wiha hişyariya zû ya li ser gefên potansiyel dihewîne.
Lê belê Amerîka bêhtir li ser kontrolkirina rîskên ewlehiya hişê çêkirî disekine, Çîn jî dixwaze ku pergaleke birêvebiriyê ya gerdûnî û berfireh ji bo hişê çêkirî were avakirin.
Di heman demê de şirketên Amerîkî yên hişê çêkirî dibêjin ku yên Çînî bi rêbaza "parzûnkirinê" agahiyan ji modelên wan didizin û ji hikûmeta Washingtonê dixwazin ku tedbîran bigire û pêşiya vê yekê bigire.
Her du welatan berê gav avêtibûn ji bo kêmkirina demkî ya nakokiyên bazirganî ku wan li hev kiribû bacên gumrikê yên hevbeş bi paş bixin, kontrolên hinardekirinê yên li ser elementên erdê yên kêmpeyda sivik bikin û hinek sînorkirinên bazirganiyê bi paş bixin.
Dema ku Trump di gulanê de çû serdana Çînê, her du welat li ser çend mijaran li hev kiribû.
Ev mijar avakirina desteyên bazirganî û veberhênanê, nîqaşkirina kêmkirina bacên li ser hin kelûpelan û kirîna balafirên geştê bûn ku Çîn dê ji Amerîkayê bikirê.


.webp&w=3840&q=75)
