Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Civata 81emîn a Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye û hevdîtinên xwe yên li Mala Tirkan didomîne.
Di vê çarçoveyê de Erdogan, bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re civiya.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî amade bû.


.webp&w=3840&q=75)
