Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got ku ew dê bi ti awayî ji şiyana xwe ya nukleerê ya "aştîxwaz" paşve gav neavêjin.
Mesûd Pizîşkiyan her wiha diyar kir ku pirsgirêka nukleerê ya welatê wî bi şer nayê çareserkirin û çareseriya wê dîplomasiyeke "dadperwerane" ye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro di civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de gotarek pêşkêş kir.
Mesûd Pizîşkiyan di gotara xwe de bal kişand ser aloziyên herêmê, pirsgirêka nukleerê ya welatê xwe û çarenivîsa şerê li gel Amerîkayê.
Pizîşkiyan di beşeke axaftina xwe de amaje bi amadebûna welatê xwe ya ji bo domandina diyalog û dîplomasiya li gel Washingtonê kir û ragihand:
"Em ji bo diyalogê amade ne lê divê ew bizanibin ku em zimanê zorê qebûl nakin."
Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotareke tund pêşkêş kiribû.
Trump gef li Tehranê xwaribû ku eger li gel Washingtonê negihîje peymanekê ji bo bidawîanîna şer, ew dê Îranê bixe "nava dojehê û ti şansekî mayînê nede wê."
Serokkomarê Îranê bersiv da gefên Trump û got:
"Divê ew bizanibe ku gefxwarina li gelê me, me yekgirtîtir û xurttir dike. Berxwedana Îraniyan zêdetir dike.
Divê ew bizanibe ku gelê Îranê li hemberî zordariyê serî natewîne û destdirêjkaran poşman dike.
Ev tiştek e ku divê Trump û ew kesên dixwazin zordestiyê bikin pê bizanibin."
"Em ji şiyana xwe ya nukleerê paşve gav navêjin"
Yek ji mercên Amerîkayê yên ji bo bidawîanîna şer, rawestandina dewlemendkiria uranyumê ya Îranê ye û dayîna wê baweriyê ye bi cîhanê ku Îran li pey çeka nukleerê nîne.
Mesûd Pizîşkiyan li ser vê yekê destnîşan kir, "Îran çeka nukleerê wekî amûrekê ji bo ewlehiyê nabîne lê çavê xwe ji mafê xwe yê zanist, pîşesazî û enerjiya aştîxwaz jî nagire."
Serokkomarê Îranê red dike ku welatê wî li pey çeka nukleerê be û got:
"Em bi eşkereyî dibêjin: Ne çeka nukleerê û ne jî bêparbûna ji zanista nukleerê."
Amerîkayê heta niha bi mebesta jiholêrakirina şiyana nukleerê ya Îranê çend caran êrişî bingehên nukleerê yên wî welatî kiriye.
Pizîşkiyan di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka nukleerê ya welatê wî li qada şer nayê çareserkirin û got:
"Rêçare tenê peymanek e ku baweriyeke xurt li ser aştîxwazbûna bernameya nukleerê ya Îranê bide cîhanê û li hemberî wê jî baweriyê bide xelkê Îranê ku mafên wan parastî ne."
"Em ne li dijî xurtbûna cîranên xwe ne"
"Şerê 40 Rojî" 28ê Sibata îsal (2026) bi êrişeke berfireh û hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Tehranê dest pê kir.
Ji destpêka wî şerî ve hêzên çekdar ên Îranê bi hinceta ziyangihandina bi berjewendiyên Amerîkayê, çend caran bi dron û mûşekan êrişî welatên Kendavê û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê kiriye.
Serokkomarê Îranê di beşeke din a gotara xwe de behsa pêwendiyên wan ên li gel welatên herêmê kir û got:
"Em cîranên xwe wekî hevrikên ewlehiya xwe nabînin. Em xurtbûna wan dixwazin lê nabe ku li Tengava Hurmizê ya ku Îran parêzvanê wê yê dîrokî ye û hemû jê sûdê dibînin, mafê me bi xwe yê çûn û hatinê nebe."
Piştî ku Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir, Îranê jî bi êrişkirina ser welatên cîran bersiva wan da.
Tehranê wekî stratejiyeke şer ji 2yê Adarê ve Tengava Hurmizê girtiye.
Girtina Tengava Hurmizê û şer bandor li nirxê petrolê kir.
Roja destpêka şer bermîleke petrolê bi 72,5 dolaran bû lê paşê gihişt 120 dolarî.



