Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser dan û standinên Îran û Amerîkayê got, “Pakistan di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê dike."
Şerîf amaje bi wê yekê kir ku ji bo aramkirina rewşê hê jî derfet û hêvî heye.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdulah persivandin.
Şehbaz Şerîf ji Rûdawê re rola welatê xwe ya wekî navbeynkarekî sereke di dan û standinên navbera Washington û Tehranê de eşkere kir.
Şehbaz Şerîf derbarê rola welatê xwe ya di proseya dan û standinan de got:
"Pakistan di navbera Îrana cîran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de wekî navbeynkarekî dilsoz û bihurmet rola xwe dilîze."
"Peymana Îslamabadê hatibû îmzekirin"
Şehbaz Şerîf bal kişand ser peymana 60 rojî ya hezîrana îsal û got:
"Memoranduma Lihevtêgihiştinê ya Îslamabadê ji aliyê Serok Trump, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û min ve hat îmzekirin. Lê mixabin bipêşketin piştî wê hinekî neçaverêkirî bûn."
"Me hêviya xwe winda nekiriye"
Serokwezîrê Pakistanê tevî aloziyan, ducare kir ku Îslamabad dê hewlên xwe yên dîplomatîk bidomîne û li pey çû:
"Pakistan bi temamî li ser vê mijarê disekine û me hêviya xwe winda nekiriye.
Ji bo hewldanên zêdetir û bi destxistina pêşketinan a ji bo aramkirina rewşê em bi biryar in."
Şehbaz Şerîf her wiha ji Rûdawê re anî zimên:
"Pakistan di navbera Îrana cîran û Amerîkayê de rola navbeynkarekî rêzdar û dilsoz dilîze.
Memoranduma Îslamabadê ji aliyê Serok Trump, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û min ve hatibû îmzekirin.
Piştî wê hinek bûyerên neçaverêkirî rû dan lê em dev ji hewlên xwe bernadin. Em ji bo ku bipêşketinek çêbibe û rewş aram bibe bi bi biryar in."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û wê jî bi mûşek û dronan bersiv da wan.
Piştre 17ê Hezîranê, Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistanê memorandumeke lihevtêgihiştinê îmze kir.
Peymana Îslamabadê çi li xwe digirt?
Ev memorandum li ser bingeha rawestandina temam a şer li hemû eniyan, dabînkirina ewlehiya keştiyaniyê ya li Tengava Hurmizê û sînordarkirina bernameya nukleerî ya Tehranê hatibû amadekirin.
Li hemberî vê, Amerîkayê soz dabû ku di çarçoveya peymana dawî de dorpêç û cezayan rake, sermayeya cemidandî berde û planeke aborî ya bi 300 milyar dolarî ji bo avakirina Îranê amade bike.
Alozî ji nû ve kûr bûn
Piştî îmzekirina memorandumê, Amerîkayê Îran bi venekirina tengavê tohmetbar kir.
Tehranê jî Tel Evîv bi nerawestandina şerê li Libnanê tohmetbar dikir.
Bi vî awayî her du aliyan ev rewş wekî hincet ji bo domandina êrişan û girtina tengavê bi kar anî.
Piştî xilasbûna dema 60 rojan, Amerîka jî ji nû ve kete nav şer lê Îsraîlê xwe jê da aliyekî.
Biryar bû di nava wan 60 rojan de peymana dawî were îmzekirin lê ti aliyî daxwazên aliyê din qebûl nekirin ku yên herî berbiçav pirsa nukleerê, Tengava Hurmizê û paşeroja wê bûn.


