Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştgiriya welatê xwe ya ji bo gavên kontrolkirina çekan a li Îraqê nîşan da û ragihand ku ew ji pêbendbûna Serokwezîrê Îraqê ya bidawîanîna hêzên çekdar ên li derveyî dewletê piştrast in.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser civîna doh a bi şandeya Îraqê re û gavên hikûmetê yên ji bo xistina çekan a bin kontrola dewletê ji rojnamegeran re axivî:
"Ti gumana me ji pêbendbûna wî ya ji bo pêkanîna vî karî nîne.
Em têdigihin ku ev astengiyeke mezin û dijwar e.
Bi nêrîna min wî hinek destkeft bi dest xistine, herî kêm 3 komên milîsan çek danîne û tevlî hikûmeta neteweyî bûne."
Marco Rubio her wiha bal kişand ser astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê û got:
"Çend komên din jî hene, bi taybetî yek ji wan heye ku ew qasî destpêşxer û alîkar nebûye û em dizanin ev dê li pêşiya wî bibe astengiyeke rasteqîn."
Rubio destnîşan kir ku Amerîka ji bo serkeftina vê gavê dê hemû alîkariyan pêşkêş bike û anî zimên:
"Ji bo Îraqê tiştekî ji vê girîngtir nîne ku vê mijarê çareser bike, hemû çekan bixe bin kontrola hikûmeta neteweyî û nehêle ev hêzên serbixwe welêt parçe bikin."
30ê Îlonê dema dawî ya vekişîna hemû hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji Îraqê ye ku ev yek mercê hinek komên çekdar e ji bo beşdariya di pêvajoya rêxistina çekan de.
Tevgera Nucebayê û ketîbeyên Hizbulah û Seyîd el-Şuhedayê heta niha bi awayekî fermî beşdariya xwe ya di pêvajoya çekdanînê de ranegihandiye û komîteya Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê û hikûmet bi wan re dan û standinê dikin.
Pêşniyara nû ya 6 xalî ya ji bo çekdanînê
Serokê Buroya Siyasî ya Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşketinê (ku beşek ji Çarçoveya Hevahengiyê ye) Heyder Fuadî doh di bersiva pirseke Rûdawê de gotibû:
"Pêşniyareke ji 6 xalan ji aliyê hikûmetê ve ji komên çekdar re hatiye pêşkêşkirin da ku peyman li ser were avakirin."
Li gorî gotina Heyder Fuadî xalên pêşniyarkirî ev in:
1- 30ê Îlonê dê dema dawî ya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî be û xalên peymanê û nexşerêya ji bo qonaxa bê werin ragihandin.
2- 90 rojên piştî wê, dê qonaxa ceribandin û aramkirinê be. Di vê demê de divê ew kom êriş nekin û Amerîka jî êrişî wan neke da ku bawerî û derfeta ji bo qonaxa bê pêk were.
3- Piştî bidawîbûna wan 90 rojan, dê li gorî mekanîzmaya ku li ser tê lihevkirin radestkirina çekan bi awayekî birêxistinkirî û pile bi pile dest pê bike.
4- Komên çekdar wekî kes dê tevlî Desteya Heşdî Şebiyê û saziyên fermî bibin û dawî li hebûna wan a wekî hêzên serbixwe yên çekdar were anîn.
5- Heta 30ê Hezîrana 2027an, pêvajoya çekdanînê û kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve li gorî nexşeyeke pêşniyarkirî were temamkirin.
6- Piştî bidawîbûna vê derfetê, her komeke ku li derveyî çarçoveya dewlet û yasayan wekî hêzeke çekdar kar bike, dê wekî neyasayî were hesibandin.



