Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Koçberiyê ya Swêdê ragihand ku ji sala 2025an heta nîveka sala 2026an bi giştî 269 welatiyên Sûriyeyê bi dilxwazî yan jî ji ber nebûna mafê penaberiyê vegeriyane welatê xwe.
Wê saziyê diyar kir ku hemû kesên vegeriyane Sûriyeyê alîkariyên darayî û pratîkî ji Hikûmeta Swêdê wergirtine.
Berdevka Saziya Koçberiyê ya Swêdê ya ser bi Wezareta Dadê ve Tina Forslundê îro amarên vegerandina koçberên Sûriyeyê ji Rûdawê re şandin.
Vegera dilxwazî
Li gorî amarên Swêdê, di navbera sala 2025an û 30yê Hezîrana 2026an de ji bo 124 welatiyên Sûriyeyê alîkariya ji bo vegera dilxwazî hatiye pesendkirin.
Berdevka saziyê got, “Ev alîkarî ji bo wan kesan e ku bi mafê mayînê yê demkî yan jî bêdem li Swêdê dimînin lê biryar didin ku vegerin welatê xwe.
Bi vî awayî ew dest ji mafê xwe yê niştecihbûna li Swêdê berdidin.”
Vegera koçberên redkirî
Bi gotina wê berdevkê, di nîveka sala 2026an de 39 welatiyên Sûriyeyê yên ku mafê penaberiyê wernegirtibû û fermana dersînorkirinê ji bo wan hebû, bi alîkariyên pratîkî vegeriyane welatê xwe.
Ev veger li gorî bernameya “piştgiriya ducare guncandinê” (reintegration support) pêk hatiye.
Li gorî wan amaran, di sala 2025an de jî 32 welatiyên Sûriyeyê yên ku mafê penaberiyê nestendibûn bi vê alîkariyê û li gorî vê bernameyê Swêd bi cih hişt.
"Xwe ji polîsan veneşêrin"
Berdevkê her wiha destnîşan kir ku ew welatiyên Sûriyeyê yên ku fermana dersînorkirinê ji bo wan heye, dikarin alîkariyên darayî bistînin û vegerin welatê xwe.
Ev yek di çarçoveya bernameya "piştgiriya ducare niştecihkirinê" (re-establishment support) de tê kirin da ku ev kes li şûna ku xwe ji polîsan “veşêrin”, bi asayî vegerin welatê xwe.
Di bernameya piştgiriya ducare niştecihkirinê de sala 2025an 32 penaberên redkirî û sala 2026an jî 42 kes bi alîkariyên darayî yên Hikûmeta Swêdê vegeriyane Sûriyeyê.



