Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî ji bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê li Holendayê mir.
Çalakvanekî Kurd ê li Ewropayê da zanîn ku heger hewla vegerandina cenazeyê wî ya Kurdistanê neyê dayîn, dê li Holendayê were şewitandin.
Çalakvanê koçberan ê li Ewropayê Renc Pişderî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Doh welatiyekî bi navê Perwîz Behmenî piştî ku rewşa wî ya derûnî xera bûye li Holendayê dawî li jiyana xwe aniye."
Renc Pişderî diyar kir ku mafê mayînê yê Perwîz Behmenî li Holendayê hebûye û da zanîn:
"Çend roj destûr hatiye dayîn, heger cenazeyê wî neyê vegerandin dê wî bişewitînin."
Renc Pişderî destnîşan kir ku Perwîz Behmenî beriya ku biçe Ewropayê Pêşmerge bûye û wiha pê de çû:
"Ji ber vê yekê Îran ne amade ye rêkarên vegerandina cenazeyê wî bi cih bîne.
Heger hewl were dayîn dikare were vegerandin Herêma Kurdistanê û li wir were veşartin."
Perwîz Behmenî berê nêzîkî 10 salan li Îtalyayê jiyaye, paşê çûye Belçîkayê û herî dawî jî li Holendayê maye.


