Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadehê ku xwe wekî Kurd û Sûriyeyî bi nav dike, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û siyasetmedara Kurd û Îlham Ehmed pîroz kirin û got, "Ew li Şamê roleke girîng dilîzin."
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Kongreya Amerîkayê, Abraham Hamade bi rêya telefonê pêwendî bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê re daniye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abraham Hamade ji ber "tevlîbûna wan a aştiyane ya li hikûmeta nû ya Sûriyeyê" ew pîroz kirine.
Kongreya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hamadeh wekî hevpeymanên Amerîkayê yên di şerê li dijî DAIŞê de spasiya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ew niha li Şamê rolên girîng dilîzin û di avakirina welatekî de dibin alîkar ku mozaîka dînamîk a Sûriyeyê nîşan dide.”
Postên wan ên nû hatin eşkerekirin
Li gorî wî wêneyê ku bi postê re hatiye belavkirin, postên wan ên di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hatine eşkerekirin.
Mezlûm Ebdî wekî "Şêwirmendê Serokkomar Ehmed Şer ê Kar û Barên Kurdan" û Îlham Ehmed jî wekî "Namzeda Parlamentoya Sûriyeyê" hatine nasandin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ew dê kanalên diyalogê bi hemû aliyên Sûriyeyê vekirî bihêlin ku ji bo aştî û aramiyê dixebitin.
Abraham Hamadeh kî ye?
Abraham Hamadeh ji sala 2025an ve endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê ye û nûnertiya eyaleta Arizonayê dike.
Hamadeh li Amerîkayê ji dayîk û bavê wî ji Sûriyeyê ye.
Ew berê wekî efserê îstixbaratê yê artêşa Amerîkayê û dozgerê giştî xebitiye.

.webp&w=3840&q=75)

