Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Chatsworthê ya bajarê Los
Angelesê yê Amerîkayê doh êvarê helîkopterek ket xwarê û agir pê ket, di vê
bûyerê de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Agirvemirandinê ya Los Angelesê
(LAFD), tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê rewşa 4 kesan kontrol kiriye û diyar
bûye ku 3 kes li cihê bûyerê mirine.
Hat ragihandin ku kesekî birîndar jî rakirine nexweşxaneya
herêmê lê li ser rewşa wî ya tenduristiyê agahî nehat dayîn.
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Hat eşkerekirin ku Komîteya Neteweyî ya Ewlehiya Veguhastinê
(NTSB) û Birêvebiriya Federal a Hewavaniyê ya Amerîkayê (FAA) dê li ser sedema
ketina helîkopterê dest bi lêpirsînê bikin.
Helîkopterê dîmenên qezayekê digirtin
Medyaya cihî da zanîn ku ew helîkopter a kanala televîzyonê
ya NBC Los Angelesê (KNBC-TV) bûye.
Li gorî nûçeyan, helîkopterê di weşana zindî de dîmenên
qezayeke giran a otobusê digirtin ku di wê qezayê de herî kêm 2 kes miribûn.
Kaptanê Daîreya Agirvemirandinê ya Los Angelesê Branden
Silverman ji rojnamegeran re got ku ew naxwaze texmînan bike ku ew helîkopter a
nûçeyan bûye ji ber ku wan ev agahî hîn bi rengê fermî piştrast nekiriye.
Daîreya Polîsan a Los Angelesê (LAPD) jî da zanîn ku
helîkopter ne ya wan e.

.webp&w=3840&q=75)

