Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad
Husên di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku di civînên şandeya
bilind a Îraqê ya li Berlînê de, behsa mana hêzên Almanyayê ya li Îraqê
nehatiye kirin.
Fuad Husên her wiha hêvî kir ku piştî 30ê Îlonê û vekişîna
wan hêzan, rewşa Îraqê aram bimîne.
"Civînên bi berpirsên Almanyayê re gelekî baş
bûn"
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Berlînê bersiv da
pirsên nûçegihana me Ala Şaliyê yên li ser encamên hevdîtin û civînên wan ên bi
rayedarên bilind ên Almanyayê re û got:
"Civînên bi Serokkomar, Serokwezîrê Almanyayê û nûnerên
şirketan re gelekî baş bûn."
Wî li ser pirsa “Bexdayê ji Berlînê xwestiye ku hêzên xwe li
Îraqê bihêle yan na?” got, "Behsa wê nehat kirin."
"Hêvîdar im tiştek rû nede û rewş aram be"
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser rewşa Îraqê û egera rûdana
geşedanên ewlehiyê ya piştî 30ê Îlonê (dema diyarkirî ya bidawîbûna erkê leşkerî
yê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê ye) ji Rûdawê re got:
"Hêvîdar im tiştek rû nede û rewş aram be."
Şandeyeke bilind a Îraqê bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî çû
Berlînê.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di bersiva pirsa Rûdawê
de piştrast kir ku ew dê li ser daxwaza Bexdayê, 30ê Îlonê dawî li hebûna xwe
ya leşkerî ya li Îraqê bînin.
.webp&w=3840&q=75)

