Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên Rûdawê, di hilbijartinên Swêdê de herî kêm 5 namzedên Kurd wekî parlamenter hatine hilbijartin.
Ew namzed ji lîsteyên partiyên cuda hatine hilbijartin.
5 Kurd bûn parlamenter
Namzedê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kadîr Kasirga ji Rûdawê re axivî.
Kadîr Kasirga diyar kir ku heta niha 5 Kurd bi ser ketine û wan kursiyên parlamentoyê misoger kirine.
Kasirga navên kesên serkeftî wiha rêz kirin:
"Ez, Lawên Rêdar, Tala Kurdî, Sara Gîle û Gurgîn Bekîrcîoglu em dê herin parlamentoyê."
Partiya Sosyal Demokrat û Bloka Çep dê hikûmetê pêk bînin
Kasirga li ser pêkanîna hikûmetê jî agahî dan û got:
"Li gorî encamên li ber destê me Partiya Sosyal Demokrat û Bloka Çep dê hikûmetê pêk bînin.
Her çend encamên dawî dê çarşem û pêncşemê eşkere bibin û 200 hezar dengên derveyî welêt mabin jî ez bawer nakim ku dê encam biguherin."
Li Stockholmê 3 namzed
Serkirdeyê Partiya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Bawer Eser jî agahiyên nû dan Rûdawê û got:
"Tiştê ku li ser berbijêrên Kurd eşkere bûye ew e ku tenê ji lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a bajarê Stockholmê 3 namzedên Kurd hilbijartina xwe misoger kiriye."
Hana Anderson li benda avakirina hikûmetê ye
Namzeda Partiya Sosyal Demokrat Hana Emîn Andersonê jî ji Rûdaw Diyasporayê re axivî û got:
"Ez li Stockholmê namzeda hejmar 13an im û em dê 12 kursiyan bi dest bixin."
Wê eşkere kir ku çarenivîsa wê bi hikûmetê ve girêdayî ye û wiha pê de çû:
"Eger em hikûmetê ava bikin, dê Magdalena bibe serokwezîr û ez dê jî biçim şûna wê û bibim endama parlamentoyê."
Di hilbijartinên giştî yên Swêdê de hevrikiyeke tund di navbera aliyên siyasî de hebû.
Diyasporaya Kurdan jî bi rêya namzedên xwe, di wergirtina kursiyan de xwedî roleke çalak û girîng bû.



