Hewlêr (Rûdaw) - Lîderên partiyên serxwebûnxwaz ên li
Wêls, Skoçya û Îrlandaya Bakur diyar kir ku daxwaza "diyarkirina
çarenivîsa xwe" li herêmên wan her ku diçe bihêztir dibe û bangî hikûmeta
Brîtanyayê kir ku di destûrê de guherîneke berfireh bike.
Serokwezîrê Herêma Wêlsê Rhun ap Iorwerth, Serokwezîrê
Herêma Skoçyayê John Swinney, Serokwezîra Herêma Îrlandaya Bakur Michelle
O’Neill û Seroka Giştî ya Sinn Feina neteweperwer a Îrlandayê Mary Lou McDonald
li Cardiffa paytexta Wêlsê hatin cem hev û wan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke
hevpar da.
Di memorandûma ku piştî civînê ji aliyê her çar
siyasetmedaran ve hat îmzekirin de mafê gelên herêmê yê diyarkirina paşeroja
xwe wekî xaleke sereke derket pêş.
“Westminster êdî di berjewendiya me hemûyan de kar nake”
Serokwezîrê Wêlsê Rhun ap Iorwerthê mazûvan da zanîn ku
birêvebiriya Westminsterê ku Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî lê ye, êdî ji bo
berjewendiyên tevahiya Keyaniya Yekbûyî xizmetê nake.
Ap Iorwerth diyar kir ku pêdiviya Wêlsê bi desthilateke
zêdetir û miameleyeke wekhev heye.
Wî got ku divê welatê wî vî mafî bi dest bixe û ji ber vê
yekê ew bi aktorên siyasî yên li Skoçya û Îrlandaya Bakurê re tevdigerin.
Serokwezîrê Herêma Skoçyayê John Swinney jî bal kişand ser
hilbijartinên meha gulanê ku partiya wî bû hêza herî mezin a Parlamentoya
Skoçyayê.
Swinney destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo paşeroja
destûrî ya Keyaniya Yekbûyî werçerxanek e û anî zimên ku "mafê diyarkirina
çarenivîsê" bingeha hevdîtinan e.
Swinney bi bîr xist ku cara yekem e li 3 ji 4 welatên
Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya) hikûmetên herêmî yên ku mafê çarenivîsê diparêzin
hene û got ku ev maf ji bo gelên herêmê nayê guhertin.
McDonald: Mafê me heye ku em paşeroja xwe diyar bikin
Lîdera Sinn Feina neteweperwer a Îrlandayê Mary Lou
McDonaldê jî civîna li Cardiffê wekî civîneke "dîrokî" bi nav kir.
McDonaldê bi bîr anî ku dema îmzekirina Peymana Belfastê
nêzîkî 30 saliya xwe dibe û li Îrlandayê guherînên girîng çêbûne lê welat hîn
jî dabeşkirî ye.
McDonaldê got ku mafê gelê Îrlandayê heye ku ji bo paşeroja
xwe daxwaza referandûmê bike û da zanîn ku gotina ti serokwezîrê Brîtanyayê ya
ku dibêje "Ev vebijêrk ne di rojevê de ye" nayê qebûlkirin.
McDonaldê her wiha destnîşan kir ku ciwanên li Îrlanda, Wêls
û Skoçyayê ji bo azadî û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe daxwazên gelekî
bihêztir tînin zimên.
Serokwezîra Herêma Îrlandaya Bakur Michelle O’Neillê jî
diyar kir ku ew di serdemeke veguhastina siyasî ya mezin re derbas dibin.
O’Neillê got ku birêvebiriya Westminsterê di berjewendiya
her sê welatan de naxebite û wiha pê de çû: "Pêdiviya me bi mafê me yê
diyarkirina çarenivîsê heye."
“Daxwazeke zêde ya diyarkirina çarenivîsê heye”
Ap Iorwerth ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê yên meha
gulanê yên li Wêlsê ji bo paşeroja gel peyameke girîng da.
Ap Iorwerth diyar kir ku gelê Wêlsê ne tenê li ser
serxwebûnê, li ser çawaniya dîzaynkirina paşeroja siyasî û civakî ya welêt jî
dixwaze bibe xwedî gotin û bal kişand ser girîngiya xurtkirina xwebaweriya
siyasî ya Wêlsê.
Ap Iorwerth destnîşan kir ku divê pêkhateya destûrî ya
Keyaniya Yekbûyî ji nû ve were destgirtin û divê aktorên siyasî yên li Wêls,
Skoçya û Îrlandayê paşerojê bi hev re ava bikin.
Ap Iorwerth xwest ku ji bo Keyaniya Yekbûyî
"sifirkirineke mezin" pêk were û got ku hevkariya welatên serbixwe dê
derfetên girîng bîne holê.
Ap Iorwerth got, "Statukoya heyî nayê parastin" û
anî zimên ku divê Westminster daxwazên siyasî yên ku diguherin fêm bike.
Lîderê Wêlsê nirxandina xwe wiha temam kir:
"Daxwazeke zêde ya diyarkirina çarenivîsê heye. Ev rewş
dê bibe sedem ku têkiliyên me cuda bibin.
Divê Brîtanya di navbera nêzîkbûneke erênî yan danîna
astengan a li pêşiya me de hilbijartinekê bike."
Li Skoçyayê banga referandûma serxwebûnê
John Swinney got ku Skoçyayê hikûmeta xwe hilbijartiye û gel
dixwaze bibe parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê (YE).
Swinney bi bîr xist ku Skoçyayî li dijî îradeya xwe bi
pêvajoya Brexitê ji Yekîtiya Ewropayê hatine derxistin û diyar kir ku gelê
Skoçyayê dixwaze biryarên li ser paşeroja xwe bi xwe bide.
Swinney eşkere kir ku ew dê piraniya xwe ya li parlamentoyê
û desthilatên hikûmetê bi kar bînin da ku ji bo serxwebûna Skoçyayê
referandûmeke nû li dar bixin.
Lîderê Skoçyayê her wiha got ku Serokwezîrê Brîtanyayê Andy
Burnham diyar kiriye ku ew rêzê li mafê gelê Skoçyayê yê diyarkirina paşeroja
xwe digire.
Ji McDonaldê rexneya Filistînê ya li Amerîkayê
Lîdera Sinn Feinê McDonaldê di daxuyaniyên xwe de ji bilî
yekbûna Îrlandayê behsa meseleya Filistînê jî kir.
McDonaldê bal kişand ser piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald
Trump a ji bo yekbûna Îrlandayê û siyaseta Îsraîlê ya birêvebiriya Washingtonê
rexne kir.
McDonaldê firotina çekan a Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê rexne
kir û got ku eger Washington nêzîkatiya xwe ya di pêvajoya aştiya Îrlandayê de
di meseleya Filistînê de jî bi kar bianiya dê rewşa li herêmê cuda bibûya.
McDonaldê da zanîn ku divê Amerîka siyaseta xwe ya li ser
Îsraîlê biguhere û Îrlandayî dê nerazîbûnên xwe yên li ser vê mijarê bînin zimên.
Bersiva bilez a ji Downing Streetê
Berteka birêvebiriya Londonê ya li hemberî vê banga ji
Cardiffê dereng nema.
Berdevkekî hikûmetê li ser navê Ofîsa Serokwezîriyê ya li
Downing Streetê daxuyaniyek da û biryardariya Serokwezîrê Brîtanyayê Andy
Burnham a ji bo parastina yekparçeyiya axê û yekîtiya Keyaniya Yekbûyî ducare
kir û got:
"Baweriyeke kûr a Serokwezîrê me bi parastina yekîtiya
Keyaniyê heye. Britanya dema ku li dora nirxên hevpar, hevgirtin û
çareserkirina pirsgirêkan bicive di rewşa xwe ya herî bihêz de ye."
Çavkaniyên hikûmetê diyar kir ku referandûmeke cudabûnê di
rojevê de nîne û pêşengiya wan aramiya aborî ya welêt e.
_(1).webp&w=3840&q=75)


