Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bremenê yê Almanyayê, ji bo bipêşxistina mamosteyên Dersa Zimanê Zikmakî yê Kurdî (HSU) dest bi bernameyeke perwerdeyê hat kirin.
Bername ji aliyê Akademiya Yekmalê ve hatiye amadekirin û vekirina wê li Enstîtuya Perwerdeyê ya Eyaleta Bremenê (LIS) bi çalakiyekê hat lidarxistin.
Di merasîma vekirinê de Alîkarê Birêvebirê LISê Christian Buchberger, Pispora Navçandî û Koçberiyê ya SBKyê Esra Basha, Berdevka Sendîkaya Perwerde û Zanistê ya Almanyayê (GEW) ya Bremenê Barbara Schull, Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) Semîr Xidir Ebdî û Birêvebirê Giştî yê Yekmal e.V. û Akademiya Yekmalê Gunay Darici axivîn.
Piştî axaftinan modulên perwerdeyê, naveroka wan û mamosteyên ku dê dersan bidin hatin nasandin.
Dersa ewil a bernameyê bi modula bi navê “Wêjeya Kurdî û Wêjeya Zarokan” dest pê kir.
Di bernameya pisporiyê ya Akademiya Yekmalê de 26 kes beşdar dibin.
Hat ragihandin ku bername ji bo dabînkirina pêdiviya mamosteyên şareza yên Dersa Zimanê Zikmakî yê Kurdî ya li Almanyayê hatiye amadekirin.
Bername dê du dewreyan berdewam bike û tê plankirin ku heta Tîrmeha 2027an berdewam bike.
Perwerde bi giştî ji 220 demjimêran pêk tê û dê 3 caran perwerdeya rû bi rû bê dayîn.
Beşên din ên perwerdeyê dê bi awayê online dewam bikin.
Her wiha ji bo xebata takekesî jî 100 demjimêr hatine veqetandin.
“Ziman nasname û aîdiyet e”
Koordînatora bernameyê Dr. Munevver Azîzoglu Bazanê diyar kir ku Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye û ziman di bipêşketina nasname û aîdiyeta zarokan de xwedî roleke mezin e.
Bazanê da zanîn ku ji mêj ve pêdivî bi mamosteyên şareza yên Kurdî hebû û wan bi vê bernameyê xwestiye vê kêmasiyê çareser bikin.
Bazanê destnîşan kir ku li Bremenê eleqeyeke zêde ji bo bernameyê çêbûye û kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdariya 26 mamosteyan anî zimên.
Alîkarê Birêvebirê LISê Christian Buchberger jî ragihand ku ew ji mazûvaniya vê bernameyê gelekî kêfxweş in.
Buchberger bal kişand ser girîngiya avakirina piran a di navbera ziman û çandên cuda de û got ku perwerdeya zimên di beşdariya jiyana civakî de roleke navendî dilîze.
Pispora Navçandî û Koçberiyê ya SBKyê Esra Bashayê jî bi bîr xist ku bernameyeke bi vî rengî cara ewil e li Bremenê tê lidarxistin û ev xebat dê alîkariya mamosteyên Kurdî bike ku zanîn, ziman û çanda xwe bi awayekî xurttir bibin dibistanan.
"Em dixwazin Kurdî di pergala perwerdeyê de xurt bibe"
Birêvebirê Giştî yê Yekmal e.V. û Akademiya Yekmalê Gunay Darici diyar kir ku ew wekî sazî bi salan e ji bo piştgiriya pirzimaniyê û bi taybetî jî ji bo Kurdî dixebitin.
Darici got ku armanca wan xurtkirin û bikaranîna Kurdî ya di nav pergala perwerdeyê de ye û girîng e ku zarokên Kurd derfeta hînbûn û bipêşxistina zimanê xwe li dibistanê bi dest bixin.
Darici da zanîn ku zêdetirî 30 sal in li Bremenê perwerdeya bi Kurdî tê dayîn û destnîşan kir ku bajarê Bremenê di warê pirzimaniyê û Kurdî de bajarekî mînak e.
Gunay Darici da zanîn ku ew tenê armanc nakin ku mamoste agahiyên xwe yên ziman û wêjeyê bi pêş bixin, di heman demê de dixwazin mamoste pirzimaniya zarokan wekî hêzekê bibînin û alîkariya wan bikin da ku bi dîrok, çand û rehên xwe re pêwendiyê deynin.
Hat diyarkirin ku ev bernameya perwerdeyê encama xebateke demdirêj a bi taybetî Sendîkaya Perwerde û Zanistê ya Almanyayê (GEW), Arbeitskreis Kurdistan, Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) û Yekmal e.V.yê ye.
Bloka ewil a perwerdeya rû bi rû piştî merasîma vekirinê dest pê kir û biryar e 2 rojan berdewam bike.


