Hewlêr (Rûdaw) - Beriya 25 salan 11ê Îlona 2001ê di êrişeke terorîstî de, 19 çekdarên rêxistina El Qaîdeyê bi rêya revandina 4 balafirên rêwiyan, 2 bircên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li New Yorkê û li avahiya Pentagonê ya li Washingtonê xistin.
Di êrişan de 2 hezar û 977 kesên ji 90 welatan mirin û nexşeya siyasî, ewlehî û leşkerî ya Amerîka û cîhanê bi tevahî guherî.
Saet 07:59ê sibehê balafireke rêwiyan a şirketa American Airlinesê bi geşta hejmar 11 ji Balafirgeha Bostonê ber bi Los Angelesê ve firiya.
Di nav balafirê de 76 rêwî, 11 karmend û 5 endamên El Qaîdeyê hebûn ku xwe wekî rêwiyên asayî nîşan dabûn.
Piştî demeke kurt çekdaran kontrola balafirê bi dest xist.
Saet 08:46an balafir bi lezeke zêde li birca bakur a Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li New Yorkê ket.
Li avahiyê agirekî mezin bilind bû, bi sedan kes mirin û bi sedan kesên din jî di nav agir û dûxanê de asê man.
Lêdana birca duyem û avahiya Pentagonê
Tenê piştî 17 xulekan, saet 09:03yan balafira duyem a ku ji heman balafirgehê firiyabû, ji aliyê 5 kesên din ve hat kontrolkirin û ew jî li birca başûr a Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ket.
Dîmenên agir û dûxana her du avahiyan bi rêya weşana zindî li seranserî cîhanê hatin dîtin.
Di heman demê de li Balafirgeha Dullesê ya li nêzîkî Washingtonê, balafireke din ber bi Los Angelesê ve firiya.
5 çekdaran dest danî ser vê balafirê jî û saet 09:37an ew li avahiya Pentagonê da ku baregeha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ye.
Beşeke mezin a avahiya Pentagonê wêran bû, 125 kesên li nav avahiyê û 64 kesên di nav balafirê de mirin.
Pevçûna di balafira çarem de
Balafira çarem ji New Jerseyê ber bi San Franciscoyê ve firiya û 4 çekdaran ew kontrol kir.
Rêwî û karmendên balafirê bi rêya telefonê ji êrişên li New York û Washingtonê agahdar bûn, ji ber vê yekê wan biryar da ku li asmanan rû bi rûyî çekdarên El Qaîdeyê bibin.
Saet 10:03yan, piştî şer û pevçûneke tund a di kabîna balafirê de, balafir li zeviyeke li nêzîkî devera Shanksvilleyê ya li eyaleta Pennsylvaniayê ket xwarê.
Di encamê de hemû 40 rêwî û karmendên balafirê mirin.
Lê çalakiya wan rê li ber wê yekê girt ku balafir li armanca xwe ya sereke bixe ku tê texmînkirin avahiya Kongreyê yan Koşka Spî bû.
2 hezar û 977 kes mirin
Di êrişan de bi giştî 2 hezar û 977 kes mirin.
Di nav miriyan de 343 karmendên agirvemirandinê û bi dehan polîs hebûn ku ji bo rizgarkirina mirovan çûbûn nav avahiyan.
Her wiha di nav kuştiyan de welatiyên 90 welatên cuda hebûn.
Ev êriş di bin çavdêriya rasterast a serokê wê demê yê rêxistina El Qaîdeyê Usame bin Ladin de hatibûn kirin.
Piştî vê bûyerê cîhan bi tevahî guherî.
Amerîkayê "şerê li dijî terorê" ragihand, êrişî Efxanistanê kir û desthilata Talîbanê rûxand.
Her wiha sala 2003yan jî êrişî Îraqê kir û desthilata Sedam Husên anî xwarê.
Bi vê rêze bûyeran re, nexşeya siyasî ya herêmê û çarenivîsa mirovan li seranserî cîhanê bi awayekî bingehîn guherî.


