Hewlêr (Rûdaw) - Tebaxa 2026an ku navîniya germahiya rûyê erdê lê gihîşt 16,96 pileyan, di dîroka tomaran de bû meha herî germ.
Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Copernicusê (C3S) ya Yekîtiya Ewropayê (YE) amarên germahiya cîhanê yên meha Tebaxa 2026an eşkere kirin.
Li gorî amaran, meha tebaxê navîniya germahiya hewayê ya rûyê cîhanê 16,96 pile hatiye tomarkirin.
Ev pile bi qasî 0,85 pileyan di ser navîniya germahiya tebaxê ya salên 1991-2020î re ye.
Germahiya ku Tebaxa 2026an hat pîvan germahiya Tîrmeha 2023yan (16,95 pile) derbas kir û bû meha herî germ a tomaran.
Asta 1,5 pileyî hat derbaskirin
Meha borî germahiya cîhanê bi qasî 1,65 pileyan di ser navîniya serdema berî pîşesaziyê ya salên 1850-1900î re ma.
Bi vî awayî, ji Çiriya Paşîn a 2025an vir ve cara yekem e ku di mehekê de zêdebûna germahiyê sînorê 1,5 pileyî derbas dike.
Demsala havînê ya ku mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê li xwe digire jî li seranserê cîhanê bi 0,69 pileyan ket ser navîniya salên 1991-2020î.
Havîna 2026an tevî havîna 2024an di dîroka tomaran de bû havîna herî germ.
Rewşa li Ewropayê
Li seranserê Ewropayê navîniya germahiya meha tebaxê 20,26 pile hat pîvan.
Ev amar bi 1,10 pileyan li ser navîniya salên 1991-2020an e û Tebaxa 2026an bû 4emîn tebaxa herî germ a parzemînê.
Li Ewropayê germahiya navîn a demsala havînê 1,17 pileyan di ser asta asayî de bû.
Li parzemînê piştî salên 2024 û 2022yan, havîna 2026an bû 3yemîn havîna herî germ.
Rojavayê Ewropayê jî rekora sala 2003yan li pey xwe hişt û havîna xwe ya herî germ dît.
Germahiya rûyê deryayan jî rekor şikand
Navîniya germahiya rûyê deryayan a li derveyî herêmên cemserê meha tebaxê derket 21,07 pileyan û vê mehê gihîşt asta herî bilind.
Mercên El Ninoyê yên ku li Okyanûsa Pasîfîk bi lez xurt bûn jî bandor li van germahiyên bilind kir.
"Meheke awarte bû"
Seroka Stratejiya Avhewayê ya Navenda Pêşbîniyên Hewa yên Serdema Navîn a Ewropayê (ECMWF) Samantha Burgessê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got:
"Tebaxa 2026an di tomarên avhewaya cîhanê de bû meheke awarte.
Hem wekî tebaxa herî germ a heta niha, hem jî wekî meha herî germ ket dîrokê. Germahiya cîhanê 1,65 pileyan derket ser asta beriya Şoreşa Pîşesaziyê."
Samantha Burgessê da zanîn ku rekora germahiya rûyê deryayan û havîna herî germ a li Rojavayê Ewropayê nîşan didin ku guherîna avhewayê li atmosfer û zeryayan rûdanên tund ên avhewayê zêde dike û got:
"Bandorên van mercan li seranserê cîhanê ji aliyê civak, aborî û ekosîsteman ve zêdetir tên hestkirin."



