Hewlêr (Rûdaw) - Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo qebûlkirina nexşeyeke nû ya cîhanê deng da biryarnameyekê.
Ev biryarname ji aliyê çend welatên Afrîkayê ve dihat serperiştîkirin.
Ev nexşe qebareya parzemîna Afrîkayê mezintir nîşan dide û li hemberî wê Amerîkaya Bakur û Ewropayê biçûk dike.
Ev gav bi armanca nîşandana wêneyekî rasttir ê cografyaya cîhanê hatiye avêtin.
164 welatan piştgirî da vê biryarnameyê lê Amerîkayê li dijî wê deng da û 6 welatên din jî bê alî man.
Nexşeya nû ya ku bi navê "Erdê Wekhev" tê naskirin, wekî bijardeyekê ji bo sererastkirina xeletiyên nexşesaziya cîhanê hatiye pêşniyarkirin.
Neteweyên Yekbûyî ji welatên endam dixwaze ku vê nexşeyê li şûna nexşeya Mercator bi kar bînin.
Nexşeya Mercator sala 1569an ji aliyê nexşesaz Gerardus Mercator ve ji bo geştên deryayî hatibû çêkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Togoyê Robert Dussey ku welatê wî serperiştyarê sereke yê biryarnameyê bû, li Neteweyên Yekbûyî da zanîn:
"Nexşe têgihiştina me ya ji bo cîhanê dadirêjin.
Ew perwerdeyê araste dikin û bandorê li nêrîna bikom dikin.
Ji ber vê yekê nexşe ti carî bê alî nînin.
Dema ku wêneyekî xerabûyî yê erdê me nîşan didin, metirsiya wê yekê çêdikin ku nifş bi nifş wêneyekî me yê nerast hebe."
Her çi qas nexşeya Mercator ji bo diyarkirina arasteyan baş bû jî qebareya rasteqîn a bejayiyan wekî xwe nîşan nedida.
Wê nexşeyê herêmên bakurê cîhanê gelekî mezintir nîşan didan.
Bi vî awayî Ewropa û Amerîkaya Bakur gelekî mezin xuya dikirin û li hemberî wê Afrîka û Amerîkaya Başûr biçûk dikirin.
Nexşeya nû ya ku sala 2018an ji aliyê komek nexşesazan ve hatiye çêkirin, qebareya rasteqîn a parzemînan diparêze.
Di vê nexşeya nû de Afrîka, Amerîkaya Başûr, Asya û Okyanûsya gelekî mezintir xuya dikin.
Helwesta Fransayê
Wezareta Karên Derve ya Fransayê ku yek ji wan welatan bû ku piştgirî da biryarnameyê ragihand ku ew dê êdî nexşeya Mercator bi kar neyînin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got:
"Di wê nexşeya kevn de Amerîka, Rûsya û Çîn gelekî mezin hatibûn nîşandan.
Wekî mînak Greenland bi qasî Afrîkayê mezin xuya dikir."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê anî zimên ku "guherandina nexşeyan cîhanê naguherîne lê sererastkirina wêneyekî xerabûyî bi serê xwe gavek e ber bi rastiyê ve."
Tê çaverêkirin ku salên bê ev nexşeya nû di bernameyên xwendinê û navendên navneteweyî de cihê nexşeya kevn bigire.
Bi vê yekê re dê dawî li dîroka 500 salî ya serdestiya cografî ya welatên bakur bê anîn.



.webp&w=3840&q=75)
