Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Şamê dest bi pûçkirina wan madeyên kîmyewî kiriye ku ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve hatibûn diyarkirin.
Ev wekî gaveke girîng a piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a sala 2024an tê dîtin.
Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî di gotarekê de li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê eşkere kir ku wan dest bi pûçkirina madeyên kîmyewî kiriye.
Îbrahîm Olabî da zanîn ku ev piştî "rizgarbûna Sûriyeyê ji rejîma berê" gava yekem a bi vî rengî ye.
Balyozê Sûriyeyê li Konseya Ewlehiyê anî ziman:
"Armanca me parastina gelê Sûriyeyê ye da ku çekên bi vî rengî nekevin destên kesên ne baş.
Em bi rêya van karan ewlehiya cîhan û herêmê jî diparêzin çimkî kontrolkirina baregehan û diyarkirina çekan, ne tenê ji bo nehîştina metirsiyên li ser Sûriyeyê ye, ji bo hemû cîhanê ye."
Hikûmeta berê ya Sûriyeyê di dema şerê navxwe yê 13 salan de gelek caran bi bikaranîna gazên sarîn û klorê ya li dijî sivîlan hatibû tohmetbarkirin.
Piştî rûxîna Beşar Esed a dawiya sala 2024an, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê soza hevkariyeke tam dabû Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî da ku Sûriyeyê ji çekên kîmyewî paqij bike û ewlehiya herêmî û cîhanî garantî bike.


