Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ji bo karmendên leşkerî yên mêr ên 30 salî û mezintir di çarçoveya kontrolên tenduristiyê de testa testosteronê kir neçarî.
Li gorî rêziknameya nû ya Ajansa Tenduristiyê ya Parastinê ya di bin sîwana Pentagonê de, leşkerên mêr ên tayînkirî û yedek ên 30 salî û mezintir, di dema kontrolên tenduristiyê yên rûtîn de dê testên hormon û xwînê bikin.
Piştî testan, ji bo wan leşkerên ku asta testosterona wan kêm e dê lêkolînên zêdetir werin kirin, heke pêwîst were dîtin, dê ji bo leşkeran tedawiya testosteronê were destpêkirin.
Ji bo leşkerên mêr ên di bin 30 salî de testa testosteronê ya salane dê li ser daxwazê be.
Personelên leşkerî yên jin jî dê di dema kontrolên tenduristiyê de ji bo nîşanên bêserûberiya hormonî werin kontrolkirin, heke pêwîst be, ew dê ji bo lêkolînên kûrtir ji saziyên tenduristiyê re werin şandin.
'Ji bo amadehiya şer krîtîk e'
Di rênimayên Pentagonê de hat diyarkirin ku asta testosteronê bi hêza fîzîkî, masûlke, hevgirtina hestiyan, kondîsyona fîzîkî, tenduristiya dil û demaran û tenduristiya derûnî re pêwendîdar e.
Di rênimayê de asta testosteronê wekî "yek ji nîşanderên biyolojîk ên krîtîk ên ji bo amadehiya şer a personelên leşkerî" hat pênasekirin.
Pentagonê eşkere kir ku bi vê testê armanc ew e ku rewşa tenduristiya leşkeran ji nêzîk ve were şopandin û ew ji aliyê fîzîkî ve bihêztir û ji bo erkê amade bin.
Testosteron çi ye?
Testosteron hormonek e ku di laş de bi awayekî xwezayî tê hilberîn û di gelek pêvajoyên biyolojîk de, bi taybetî di sîstema hilberînê ya mêran de, roleke girîng dilîze.
Ev hormon di mêran de herî zêde di gunan de, di jinan de jî bi rêjeyeke kêmtir di hêkdankan û kîsên ser gurçikan de tê hilberîn.
Testosteron di parastina hêza masûlkeyan, hevgirtina hestiyan, hilberîna xaneyên sor ên xwînê, bihevşabûn û asta enerjiyê de xwedî rol e.
Kêmbûna asta testosteronê bi tena serê xwe nayê wateya nexweşiyekê, ji bo teşxîskirinê divê nîşan werin nirxandin û testên xwînê werin ducarekirin.


