Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê radigihîne ku dê welatê wan girîngiyê bide pêwendiyên dualî yên bi Îraqê re.
Armanca wan ew e ku hevbeşiya xwe ya bi hikûmeta nû ya Almanyayê re di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de berfirehtir bikin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di bersiva çend pirsên Rûdawê de bal kişand ser paşeroja pêwendiyên Berlîn û Bexdayê.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî nîvê meha Îlonê dê bi serdaneke fermî biçe Almanyayê.
Konsula Siyasî, Aborî û Kar û Barên Ragihandinê Julie Hulsemannê di bersiva xwe ya ji Rûdawê re de got:
"Almanya dê nirxdayîna pêwendiyên dualî yên bi Îraqê re bidomîne.
Armanca me ew e ku em li ser bingeha bihêz a hevkariyên xwe yên di warên siyasî û aborî de, vê hevbeşiya bi hikûmeta nû re zêdetir berfireh bikin."
Hevkariyên ewlehî û aborî
Julie Hulsemannê tekez kir ku hevkariyên wan dê tenê di sektora siyasî û aborî de nemînin û dê warên ewlehî, aramî û bipêşketinê jî li xwe bigirin.
Berlîn dixwaze bi rêya vê hevbeşiya nû, rola xwe ya di parastina ewlehiya herêmê de piştî guherînên leşkerî biparêze.
Biryar e heta 30ê Îlonê, erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi dawî bibe.
Berlîna ku berê bi rêya şandeya şêwirmendiyê ya NATOyê û Hevpeymaniya Navneteweyî alîkariya leşkerî pêşkêşî Îraq û Herêma Kurdistanê dikir, niha hewl dide bi rêya dan û standinên dualî cîgirekî ji bo wan hevkariyan peyda bike.
Îraq di qonaxa piştî şer de hewl dide pişbestina xwe ya bi hêzên biyanî kêm bike.
Her wiha dixwaze pêwendiyên xwe yên bi welatên Ewropayê re ber bi arasteya aborî û veberhênanê ve bibe.
Almanya wekî yek ji hêzên aborî yên mezin ên cîhanê, dixwaze ji vê derfetê sûdê wergire da ku hevahengiyên di warê enerjî û avakirinê de kûrtir bike.
Tê çaverêkirin ku di serdana Elî Zeydî ya Berlînê de, di wan waran de peymanên nû yên lihevtêgihîştinê werin îmzekirin.



