Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, jineke ku bi kêrê êrişî xelkê kir û jinek kuşt û zilamek jî birîndar kir, bi guleyên polîsan hat kuştin.
Bûyer li qada navdar a Times Squareyê, li xaçerêya Kolana 42yan a Rojava û Kolana 7an, li gorî dema herêmî demjimêr 16:30î qewimî.
Êrişkar hat kuştin
Li gorî agahiyan, jina gumanbar bi kêra di destê xwe de êrişî xelkê li derdorê kiriye û 2 kes birîndar kirine.
Gava ku polîsan xwestiye wê bigirin, wê kêr li hêzên ewlehiyê jî kişandiye lê polîsan gule berdanê û ew kuştiye.
Rewşa birîndar baş e
Birîndar û êrişkar veguhastin nexweşxaneyê. Jina ku rastî êrişê hatibû û êrişkar li nexweşxaneyê mirin.
Hat ragihandin ku dermankirina zilamê birîndar berdewam dike û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Tîmên lêkolîna cihê bûyerê li qadê dest danî ser gelek kêran.
Polîsan kolan bi kordona ewlehiyê girtiye û xebatên ji bo destnîşankirina delîlan berdewam dikin.

-dde33a-large-1749743207.jpg&w=3840&q=75)
