Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Têkoşîna li Dijî Sûcan a Brîtanyayê (NCA) ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka par ve wan zêdetirî 300 kesên ku sûcên birêxistî û yên pêwendîdarî koçberiyê kirine, girtine.
Saziya Têkoşîna li Dijî Sûcan a Brîtanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Em dikarin piştrast bikin ku salên 2025/2026an Saziya Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Sûcan beşdarî girtina 300 kesî ya li Brîtanya û derve bûye.
Ev kes di binpêkirinên pêwendîdarî sûcên birêxistî yên koçberiyê de cih girtine.
Ev yek li gorî sala darayî ya berê nêzîkî ji sedî 55 zêdebûnekê nîşan dide."
Hikûmeta Brîtanyayê ji bo rêlibergirtina çûyîna koçberan a Brîtanyayî di bin zextên giran ên navxweyî de ye.
Londonê ji bo girtina qaçaxçiyên koçberan bi çend welatan re peyman îmze kirine.
Brîtanyayê peymanên bi vî rengî li gel Fransa û Herêma Kurdistanê jî kirine.
Saziyê li ser peymanên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê got:
"Li ser peymanên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendî û hevahengiya me ya erênî û berdewam li gel hevparên me yên di saziyên yasayî yên Herêma Kurdistanê de heye."
Ewlehiya sînoran û têkoşîna li dijî qaçaxçiyan
Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya Herêma Kurdistanê 28ê Çiriya Paşîna 2024an ragihandibû ku di çarçoveya serdana Wezîra Karên Navxwe ya wê demê ya Brîtanyayê Yvette Cooperê ya Herêma Kurdistanê de, wê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed civînên di asta bilind de pêk anîne.
Brîtanya û Herêma Kurdistanê li ser xurtkirina karên hevpar ên bingehîn ên wekî sûcên birêxistî yên cidî û xurtkirina ewlehiya sînoran li hev kiribû.
Her wiha her du aliyan li ser destpêkirina pêngavên xurtir ên li Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna wan agahiyên xelet ên ku qaçaxçî bi awayê online belav dikin, li hev kiribû.
Wê demê Brîtanyayê razîbûna xwe nîşan dabû ku ji bo projeyeke ewlehiya sînorên Herêma Kurdistanê budceyê dabîn bike.
Wezîra Karên Navxwe ya wê demê ya Brîtanyayê gotibû:
"Ez dixwazim ji bo vê mêhvandariyê spasiyê bikim.
Ev hevparî û peymaneke nû ya girîng e di navbera hikûmeta Brîtanya û Herêma Kurdistanê de ji bo avakirina ewlehî û silametiya xelkê."



