New York (Rûdaw) - Ahmet Yildiz ji Rûdawê re ragihand ku pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, bi taybetî fesixkirina HSDyê û entegrasyona wê erênî ne lê divê were piştrastkirin.
Balyozê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz di çarçoveya civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa Sûriyeyê de helwesta Enqereyê ya li ser entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê nîşan da.
Ahmet Yildiz li ser pirsa Rûdawê ya bi rengê "Daxwaza sereke ya Enqereyê nemana HSDyê bû û ev yek pêk hat. Gelo êdî ev dosye girtî ye?" got:
"Eşkere bibêjim, bipêşketin baş in lê divê bicihanîna wî mercê ku li ser hatiye lihevkirin, bi demê re were piştrastkirin."
Balyozê Tirkiyeyê li ser gavên entegrasyona HSDyê ya nav artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê anî ziman:
"Ez bawer im dê rayedarên Sûriyeyê dilgiraniyên me yên ewlehiyê li ber çavan bigirin."
Mezlûm Ebdî doh fesixkirina HSDyê û entegrasyona wê ya nav artêşa Sûriyeyê ragihandibû.
Ebdî diyar kiribû ku Sûriye derbasî qonaxeke nû bûye û gotibû:
"Em îro bi berpirsyariyeke tam fesixkirina HSDyê ya wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radigihînin."
Helwesta Tirkiyeyê ya li ser êrişên Îsraîlê
Balyozê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî di beşeke din a axaftina xwe de rexneyên tund li êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê girtin û da zanîn:
"Ev gelekî xirab e. Ev binpêkirineke pir mezin a hemû yasayan e û ev têgihîştina metirsiyê jî gelekî alîgir û zêdegavî ye."
Îsraîlê ji sala 2011ê ve bi sedan caran êrişî Sûriyeyê kiriye, herî dawî 18ê Tebaxê balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li parêzgeha Îdlibê kiribû.
Hevpeyvîna Balyozê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz a bi Rûdawê re:
Rûdaw: Daxwaza sereke ya Enqereyê nemana HSDyê bû û ev yek pêk hat. Gelo êdî ev dosye ji bo we girtî ye?
Ahmet Yildiz: Eşkere bibêjim, bipêşketin baş in lê divê bicihanîna wî mercê ku li ser hatiye lihevkirin bi demê re were piştrastkirin.
Rûdaw: Gelo hûn ji pêvajoya entegtrasyona HSDyê bi temamî razî ne? Helwesta Tirkiyeyê çi ye?
Ahmet Yildiz: Ez dê li ser vê yekê tiştekî nebêjim ji ber ku ev kar û barên navxwe yên cidî ne. Ez dê ji raya giştî re tiştekî nebêjim lê ez bawer im dê rayedarên Sûriyeyê dilgiraniyên me yên ewlehiyê li ber çavan bigirin.
Rûdaw: Pirseke dawî li ser êrişa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê ye. Hûn çi dibêjin?
Ahmet Yildiz: Ev gelekî xirab e. Ev binpêkirineke pir mezin a hemû yasayan e û ev têgihîştina metirsiyê gelekî alîgir û zêdegavî ye.


