Hewlêr (Rûdaw) - Pêşbirka Robotên Mirovî ya 2yan (Humanoid Robot Games) li Pekîna paytexta Çînê hat lidarxistin.
Di pêşbirkê de bipêşketinên teknolojîk ên ku sînorên xeyal û rastiyê radikin û armancên Çînê yên li ser vê qadê derketin pêş.
Beşdariya hezaran robotan
Çînê mazûvaniya rêxistineke mezin kir.
Ji çar aliyên cîhanê robotên herî bipêşketî hatin Pekînê û ketin pêşbirkê.
Ji 16 welatan 666 tîm û bi giştî 2 hezar û 56 robot beşdarî pêşbirkê bûn.
Robotan di beşên wekî bazdan, xweavêtin, reqs, boks û şerê azad de şiyanên xwe nîşan dan.
Di pêşbirkê de ne tenê şiyanên fîzîkî yên robotan hatin ceribandin. Her wiha kalîteya bernamekirinê, hesasiyeta livînê û leza biryardayînê jî hatin testkirin.
"Li gorî sala borî pêngaveke mezin e"
Navbeynkara pêşbirkê Liu Qing, li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Liu Qing qala pîvanên nirxandinê kir û got:
"Pîvana me ew e ku livîna robotan çi qasî nêzîkî mirovan e. Mînak, em reqsa wan bi reqseke rastîn a Sambayê re didin ber hev. Ez dikarim bibêjim ku li gorî sala borî, ev bipêşketin pêngaveke mezin e."
Çîn bazarê kontrol dike
Çîn armanc dike ku di qada robotên mirovî de li cîhanê bibe pêşeng.
Li gorî amaran, nêzîkî ji sedî 80yê hilberîn û para bazara robotan a cîhanê di destê Çînê de ye. Çîn salane zêdetirî 20 milyar dolarî li ser vê sektorê xerc dike.
Robotên nifşê nû yên ku li Pekînê hatin nîşandan, bi saya teknolojiya 5G û 6Gyê êdî dikarin bi awayekî otonom zêdetir tevbigerin.
Dê cihê mirovan bigirin an bibin heval?
Ji bo nifşê ciwan, teknolojî ji niha ve bûye beşek ji jiyana rojane.
Xwendekara bi navê Huang Wan Ying ku beşdarî pêşbirkê bûye, got:
"Ez zarokeke bi tenê me û kes nîne ku ez wextê xwe pê re derbas bikim. Ji ber vê yekê robot dikarin bibin hevalên min û alîkariya min bikin da ku ez fêrî zanistê bibim."
Wan Ying li ser pirsa 'gelo dê robot karên mirovan ji destê wan bigirin' jî anî zimên:
"Ez bawer nakim robot karên me ji destê me bigirin çimkî qada her yekî ji me cuda ye û dabeşkirina kar heye."
Li ser şerê azad bûn yekem
Li pişt van performanên serkeftî pêvajoyeke dirêj a bernamekirinê û komkirina amaran heye.
Rahêner Dan Zhi Yuan diyar kir ku wan şev û roj robotên xwe perwerde kirin û gelek amar kom kirin û got:
"Robota me ya H2yê ku giraniya wê 80 kîlogram e, xwedî hevsengiyeke dînamîk û livîneke gelekî realîst e."
Tîma ku di beşa şerê azad de bû yekem armanc dike ku sala bê jî vê serkeftinê biparêze.
Pêşbirkên li Pekînê deriyên cîhaneke nû vedikin.
Tê pêşbînîkirin ku di paşerojê de robotên mirovî li malan, marketan, qadên werzişê û heta li qadên şer jî zêdetir werin dîtin.


