Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa asmanî ya artêşa Myanmarê ya li ser perestgeheke Budîstan de 14 sivîl hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku 2 şahidan dane Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), sivîl dema ku merasîma dînî pêk dianîn rastî êrişê hatine.
Şahidekî da zanîn ku êriş li nêzîkî bajarokê Maungdawê yê li navenda Myanmarê çêbûye.
Wî şahidî diyar kir ku temenê qurbaniyan di navbera 50 û 70 salî de ye.
Êrişa duyemîn
Heman şahidî eşkere kir ku piştî êrişa yekemîn xelkê xwestiye bi hawara birîndaran ve biçe û wan rizgar bike.
Lê belê balafirê careke din êrişî wan kesên rizgarker kiriye.
NeteweyênYekbûyî artêş tawanbar kir
Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî hefteya borî raporek belav kiribû.
Di wê raporê de artêşa Myanmarê ji ber zêdekirina êrişên asmanî yên li ser sivîlan hatibû tawanbarkirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku ev binpêkarî dikevin xaneya tawanên şer.
Lê belê hikûmeta Myanmarê ev tawanbarî red kirin.



