Hewlêr (Rûdaw) - Di nava kêmtirî hefteyekê de, li Brîtanya û Îrlandayê di encama çend qezayên trafîkê yên xeternak de 12 kes mirin.
Ev qeza piştî wê yekê çêdibin ku li ser otobanan ajotina ber bi aliyê berovajî ve di nava torên civakî de bûye trendeke nû.
Ciwan ji bo komkirina temaşevanan, jiyana xwe û ya xelkê dixin metirsiyê.
Polîsê Brîtanyayê ragihand ku serê sibeha îro li ser otobana A66ê ya li nêzîkî bajarê Middlesbroughê yê li bakurê rojhilatê Îngilîstanê di encama lihevketina du otomobîlan de 7 kes mirin ku du ji wan efserên polîs bûn.
Otomobîla gumanbar ket aliyê berovajî
Rayedar li ser hûrgiliyên bûyerê lêpirsînê dikin lê wan amaje pê kir ku lihevqelibîn piştî wê yekê çêbûye ku polîs ketibû pey otomobîleke gumanbar.
Paşê wê otomobîlê berê xwe daye aliyê berovajî yê rêyê û li otomobîla polîsan xistiye ku li ser rêya xwe ya rast diçû.
Li Îrlandayê 5 ciwan mirin
Ev qeza piştî karesateke wekî vê ya li Îrlandayê çêbû ku di wê de 5 ciwan mirin.
Otomobîla wan ciwanan li ser otobana M9ê ya li rojavayê bajarê Dublînê ber bi aliyê berovajî ve diçû û li otomobîleke din xist.
Di encamê de her 5 ciwan mirin û 4 kesên din ên di otomobîla duyem de ku zarokek jî di nav wan de ye, bi giranî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îrlandayê Micheál Martin rexneyên tund li vê diyardeyê girtin û ragihand:
"Ji bo vê reftara bêperwa ya ku demên dawî li ser kolanên me tê dîtin, tu lihevhatin an lêborîn nabe. Pêwîst e ev kar yekser were rawestandin."
Her wiha Birêvebirê Polîsan Justin Kelly diyar kir ku qezayên bi vî rengî zêde dibin û got:
"Tişta ku vê reftara bêperwa hovtir û qirêjtir dike ew e ku di hinek rewşan de tenê ji bo parvekirina li ser torên civakî tê kirin."
Kelly amaje pê kir ku hefteyek berê jî li ser otobana M50yê qezayeke wekî vê çêbûye ku otomobîleke diziyê tê de bûye û di encamê de çend kes birîndar bûne.
Di destpêka tebaxê de jî vîdeoyek di nava torên civakî de belav bû ku di dema peyketina polîsan de ji nava otomobîleke dizî hatibû tomarkirin.
Vê yekê hiştiye ku hêzên ewlehiyê daxwaza rênimayî û gavên tundtir bikin da ku dawî li vê diyardeya xeternak bînin ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê.



