Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kriviy Rihê yê li naverasta Ukraynayê, di êrişeke Rûsyayê ya bi dronan de 16 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kriviy Rihê yê Ukraynayê, Rûsyayê bi dronan êrişî navendeke kirîn û firotinê kir.
Di êrişê de 16 kes mirin û 23 ji wan zarok 130 kes jî birîndar bûn.
Birêvebirê Îdareya Leşkerî ya Herêma Dnipropetrovskê Oleksandr Hanzha ragihand ku rewşa 29 birîndaran giran e.
Hat diyarkirin ku ji çar herêmên derdorê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo piştgiriyê şandine Kriviy Rihê.
Li bajarê Kriviy Rihê yê herêma Dnipropetrovskê, piştî êrişa roja înê ya li navenda kirîn û firotinê ya qerebalix, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam kir.
Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku êriş bi du pêlan hatiye kirin.
Zelenskyy eşkere kir ku di pêla duyem de tîmên hawarçûnê yên ku çûbûn cihê bûyerê hatine armancgirtin.
Zelenskyy ev êriş wekî "biçûk û rezîl" pênase kir.
Birêvebirê Kriviy Rihê Oleksandr Vilkul da zanîn ku dronên Rûsyayê di "asteke gelekî nizm" de firiyane.
Vilkul ragihand ku hinek kesên winda hene ku tê texmînkirin di bin kavilan de mane û telefonên wan naxebitin.


