Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Maharashtrayê ya Hindistanê ciwanekî 19 salî ji bo deynê telefonê bi malbata xwe re nîqaş kir û pişt re tevî dê û bavê xwe ji dûlêrê ket û tev mirin.
Bûyerê li herêma Tisgaonê ya bajarê Chhatrapati Sambhajinagarê rû da.
Polîsan ragihand ku Kunal Chandgudeyê 19 salî serê sibehê piştî nîqaşa bi malbata xwe re çûye ser girekî bilind.
Bavê wî Murlidhar Chandgudeyê 48 salî û dayîka wî Sangeeta Chandgude çûne cihê bûyerê da ku kurê xwe razî bikin ku xwe neavêje xwarê.
Li gorî agahiyan, xelkê herêmê jî nêzîkî sê demjimêran hewl daye ku Kunal ji qiraxa dûlêrê dûr bixin.
Polîsan diyar kir ku bav Murlidhar ji bo kurê xwe ji wê metirsiyê rizgar bike çûye cem wî.
Lê di dema hewldanê de bav û kur bi hev re ji dûlêrê ketine xwarê. Hat eşkerekirin ku dayîk Sangeeta jî piştî vê trajediyê miriye.
Her sê kes jî li cihê bûyerê mirin û termên wan ji bo otopsiyê birin morgê.
Sedema nîqaşê deynen telefonê bûn
Li gorî agahiyên polîsan, Kunal ji bo deynên telefona xwe ya nû ji malbata xwe pere xwestine.
Piştî ku li ser deynan bi bavê xwe re nîqaş kiriye, ji malê derketiye û çûye serê girekî.
Hinek şahidên li herêmê kêliyên trajediyê bi telefonên xwe girtine.
Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye û li ser hûrgiliyên nîqaşê û rewşa derûnî ya Kunal lêkolîn tên kirin.


