Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên nû yên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê di 25 mehên dawî de (ji 1ê Tîrmeha 2024an heta 31ê Tîrmeha 2026an) vegerandina penaberan bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Li gorî amaran, di wê demê de 80 hezar û 286 kes hatine vegerandin an jî bi daxwaza xwe vegeriyane welatên xwe.
Ji van kesan 19 hezar û 622 kes piştî ku hat piştrastkirin ku mafê wan ê yasayî yê mayînê li Brîtanyayê nîne, hatine vegerandin.
Hat eşkerekirin ku 6 hezar û 103 ji wan kesan bi beleman di ser Kanala Îngilîz re derbasî wî welatî bûbûn.
Di nav kesên hatine vegerandin de 11 hezar û 733 "sûcdar" jî hene ku li welatên xwe hatine vegerandin.
Ev hemû kes bi 163 geştên balafiran ji bo welatên parzemînên Afrîka, Asya, Ewropa û Amerîkaya Başûr hatine vegerandin.
Di navbera 1ê Tîrmeha 2024an û 30ê Hezîrana 2026an de bi giştî 78 hezar û 137 kes hatine vegerandin.
Ev hejmar li gorî 2 salên berê (ji 1ê Tîrmeha 2022yan heta 30ê Hezîrana 2024an) ku 51 hezar û 542 kes hatibûn vegerandin, ji sedî 52 zêde bûye.
Di 12 mehên dawî de (ji 1ê Tebaxa 2025an heta 31ê Tîrmeha 2026an) 39 hezar û 690 kes hatine vegerandin.
Ev rêje li gorî heman dema sala berî wê ku 37 hezar û 713 kes hatibûn vegerandin, ji sedî 5 zêde bûye.
Penaber herî zêde ji bo kîjan welatan hatin şandin?
Welatên ku herî zêde penaber ji bo wan hatine vegerandin ev in:
• Hindistan
• Albanya
• Brezîlya
• Romanya
• Nîjerya
Daxwazên penaberiyê yên ji Îraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê
Li gorî amarên nû yên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê û Komeleya Çavdêriya Koçê ya Zanîngeha Oxfordê, hejmara daxwazên nû yên penaberiyê yên welatiyên Îraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê di salên 2025-2026an de bi vê rengî ne:
Îraq: Bi giştî nêzîkî 3 hezar û 200 daxwazên penaberiyê ji aliyê welatiyên Îraqê ve hatine tomarkirin. Ji ber guherîna siyaseta Brîtanyayê ya li hemberî Îraqê, rêjeya qebûlkirina daxwazan kêm bûye.
Sûriye: Nêzîkî 4 hezar û 500 daxwazên penaberiyê ji aliyê penaberên Sûriyeyî ve hatine tomarkirin û rêjeya qebûlkirina wan ji sedî 90î zêdetir bûye. Ji bilî vê, 20-25 hezar Sûriyeyî bi rêya bernameyên mirovî yên fermî mafê mayînê wergirtiye.
Tirkiye: Ji aliyê penaberên ji Tirkiyeyê ve bi giştî nêzîkî 3 hezar û 800 daxwazên nû hatine tomarkirin.
Îran: Nêzîkî 7 hezar û 419 daxwazên nû yên penaberiyê ji aliyê welatiyên Îranê ve hatine tomarkirin. Rêjeya qebûlkirina daxwazên wan ji sedî 70yî zêdetir bûye.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)