Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dadweriyê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurojust) ragihand ku wan li gel Îraqê ji bo darizandina çekdarên biyanî peymanek îmze kir.
Saziyê eşkere kir ku ji bo darizandina çekdarên biyanî bi sûcên şer û komkujiyê, wan bi Îraqê re peymaneke hevkariya dadî ya stratejîk îmze kiriye.
Saziya Dadweriyê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurojust) ji Rûdawê re derbarê darizandina çekdarên biyanî yên DAIŞê de daxuyaniyek da.
Yekîtiya Ewropayê (YEyê) ji bo ku çekdarên biyanî yên Ewropî yên ku di nav refên DAIŞê de şer kiriye derxe pêşberî edaletê, berê xwe da Bexdayê.
Li gorî daxuyaniyê, peymana "Hevkariya Dadî ya Navneteweyî" ya bi Îraqê re bi awayekî fermî ketiye meriyetê.
Di dosyeyên komkujiyê de serdemeke nû
Dema erka Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITADê) bi dawî bû.
Piştî vê yekê, Navenda Hevkariya Dadî ya Navneteweyî ya Îraqê bûye navenda herî mezin arşîv û belgeyan a li qadê.
Ev navend êdî rasterast li ber destê dozgerên Ewropî ye.
Eurojustê destnîşan kir ku agahiyên dîjîtal, îfadeyên şahidan û raporên tiba dadî di destê Îraqê de ne.
Ev agahî û belge, dê di darizandina şervanên biyanî de bi sûcê "komkujiyê" li dadgehên Ewropayê roleke sereke bilîzin.
"Ti welat nikain bi tena serê xwe bi ser bikeve"
Serokê Eurojustê Michael Schmid qala girîngiya peymanê kir û got:
"Di têkoşîna li dijî terora derveyî sînoran de hêza dewletekê bi tenê têrê nake. Ev pira ku me bi Îraqê re ava kiriye, dê îsbat bike ku terorîst nikarin li ti derê cîhanê xwe veşêrin."
Aliyê Îraqî jî diyar kir ku ev hevkarî dê dawî li serdema "bêcezabûnê" bîne.
Ev peyman ne tenê kiryarên terorê yên îdeolojîk, çavkaniyên aborî yên rêxistinê jî dike armanc.
Eurojustê eşkere kir ku dê qaçaxçîtiya madeyên hişbir û xebatên sûcên organîze jî werin lêpirsîn.
Ev xebatên ku ji aliyê kesên girêdayî DAIŞê ve li Ewropayê tên kirin, dê bikevin çarçoveya hevkariya dadî.
Şopandina bi rêya kanalên fermî
Eurojustê bangî dozgerên welatên Yekîtiya Ewropayê kir.
Saziyê daxwaz kir ku ji bo parvekirina her cure agahî û belgeyên ku dê ji Îraqê werin xwestin, navenda koordînasyonê ya saziyê were bikaranîn.
Bi vê gavê re tê armanckirin ku pêvajoyên hiqûqî yên çekdarên biyanî leztir bibin.
Ev çekdar yan vegeriyane kolanên Ewropayê yan jî niha li Îraqê girtî ne.



