Dîlok (Rûdaw) - Îro piştî qutbûna 14 salan sefera yekem a asmanî ya rasterast ji Balafirgeha Berlînê ya Almanyayê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.
Ev sefer ji aliyê şirketa Almanî ya bi navê "Sundair"ê ve hat kirin.
Ev gav wekî destpêka seferên rasterast ên di navbera her du paytextan de tê dîtin.
Nîşana vegera şirketên Ewropayî
Serokê Saziya Hewavaniya Sivîl a Sûriyeyê Omer Husarî ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re axivî.
Husarî ragihand ku vegera van seferan ne tenê ji bo hêsankirina hat û çûna Sûriyeyiyên li Almanyayê girîng e.
Wî diyar kir ku ev yek di heman demê de nîşana vegera şirketên Ewropayî û herêmî ya ji bo bazara Sûriyeyê ye.
"Dê balafirên Sûriyeyê jî dest pê bikin"
Husarî destnîşan kir ku ew dixebitin da ku tora hewavaniyê ya Sûriyeyê gav bi gav ji nû ve ava bikin.
Her wiha wî da zanîn ku dê balafirên neteweyî yên Sûriyeyê jî di demeke nêzîk de dest bi seferên nû yên Ewropayê bikin.
Plan heye sefer bibin rojane
Li aliyê din, Nûnerê Şirketa Sundairê yê li Şamê Burhan Ebû Şeir jî li ser mijarê daxuyanî da.
Burhan Ebû Şeir ragihand ku wan hemû destûrên fermî wergirtine.
Ebû Şeir eşkere kir ku dê di qonaxa yekem de hefteyê du sefer di navbera Berlîn û Şamê de hebin.
Wî got, eger daxwaza rêwiyan zêde bibe ew plan dikin ku seferên xwe bikin rojane.



