Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê rexneyan li hikûmeta federal a welatê xwe digirin.
Sedema van rexneyan redkirina daxwaza wan a ji bo rawestandina dersînorkirina Kurdên Êzidî ye.
Ew dibêjin bêdengiya hikûmetê li ser jiyan û mafên Kurdên Êzidî metirsîdar e.
Berdevkê Wezareta Penaberan a Herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê di daxuyaniyeke taybet de pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Hikûmeta herêma Nordrhein-Westfalenê ji hikûmeta federal a Almanyayê xwestibû ku dersînorkirina Kurdên Êzidî rawestîne lê belê ev daxwaz hat redkirin.
Berdevkê wezaretê li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta federal a heta niha, li ser hesabê rewşa mafên mirovan e ku Êzidî li welatê xwe pê re rû bi rû dibin."
Berdevk gotinên Seroka Fraksiyona Keskan a li Parlamentoya Almanyayê Verena Schafferê bi bîr anîn.
Schafferê di bersiva redkirinê ya Wezîrê Karên Navxwe yê Federal de gotibû:
"Ew redkirin min razî nake. Rewşa wan welatiyên Îraqî yên Êzidî li herêmên wan hîn jî metirsîdar û nediyar e.
Wezîrê Karên Navxwe yê Federal xwe ji berpirsyariya xwe vedidize."
Schafferê her wiha tekez kir ku hikûmeta herêma Nordrhein-Westfalenê dest ji vê pirsgirêkê bernade û dê ji bo dîtina çareseriyê hewlên xwe bidomîne û got:
"Em pêbendî berpirsyariya xwe ya mirovî ne ji bo parastina wan kesên ku li welatê xwe rastî kuştin û çewisandinê tên."
Şaredariya Kolnê rê li ber dersînorkirinê girt
Berdevk piştrast kir ku Şaredariya bajarê Kolnê rê li ber bicihanîna biryara dersînorkirina 500 penaxwazan girtiye.
Dezgeha Navendî ya Biyanî (ZAB) sala 2024an lîsteyeke bi navê 500 kesên ku tenê mafê mayîna demkî hebû ji Kolnê re şandibû.
Nasnameya van kesan diyar nebû yan jî pasaportên wan tune bûn.
Ew kes xelkê welatên Balkana Rojava yên wekî Bosniya, Sirbistan û Albanyayê bûn lê Şaredariya Kolnê ev biryar red kir û xwest ku ew kes tev li civakê bibin da ku mafê mayînê bi dest bixin.
Wezareta herêma Nordrhein-Westfalenê ji Rûdawê re eşkere kir ku di 6 mehên ewil ên îsal de heta 30ê Hezîranê bi giştî hezar û 931 kes ji wê herêmê hatine dersînorkirin.
Welatên ku herî zêde koçber ji bo wan hatine dersînorkirin ev in:
• Tirkiye: 201 kes
• Sirbistan: 102 kes
• Makedonyaya Bakur: 96 kes
• Gurcistan: 95 kes
• Albanya: 87 kes
Wezaretê ragihand di van 6 mehan de kes ji herêma wan ber bi welatên Sûriye, Îraq û Îranê ve nehatiye dersînorkirin.



