New York (Rûdaw) - Her çi qasî hêjîr li Rojhilata Navîn fêkiyekî navdar be jî li Amerîkayê kêm tê naskirin.
Gelek Amerîkî ne ku tenê naxwin, heta navê vî fêkî jî nizanin û ji wan re xerîb e.
Dawiya salên 1800î, komek Amerîkiyên ji eyaleta Californiayê li bajarekî Tirkiyeyê yê bi navê Smyrnayê (Îzmîra niha) hêjîr tam kirin.
Hêjîrê bala Amerîkiyan kişand û wan biryar da ku şitlan bibin Amerîkayê da ku li Californiayê biçînin.
Destpêkê şitil bi serkeftî li Californiayê şîn bûn lê pirsgirêkek derket, hêjîr nedigihîştin û diweşiyan.
Amerîkiyên ku ji vê rewşê mat mabûn, digotin qey ew hatine xapandin.
Tirkan ji wan re got ku wan fêl nekirine lê pirsgirêk nebûna kêzikeke biçûk e ku jê re "zêrqa hêjîran" tê gotin.
Zêrqa hêjîran kêzikeke gelekî biçûk e ku qebareya wê ji 2 mîlîmetreyan derbas nabe.
Ev kêzik di gihîştina hêjîran de roleke girîng dilîze, ji ber ku diçe nava hêjîrê û tovê nêr vediguhêze yê mê û ev yek jî wisa dike ku hêjîr bigihêje.
Bêyî vê kêzikê, hêjîr tenê gulek e ku girtî ye û ti carî nagihêje.
Piştî vê agahiyê, Amerîkî neçar man ku bi sedan zêrqên hêjîran ji Tirkiyeyê bibin Californiayê.
Piştî derbasbûna zêdetirî 20 salan, di dawiyê de hêjîr li Amerîkayê hatin hilberîn û bûn beşek ji bazara fêkiyan a wî welatî.
Her çi qasî niha hêjîr li Amerîkayê tên hilberîn jî hîn wekî fêkiyekî berbelav nayên naskirin.
Li gorî amaran, welatiyekî Amerîkî salane tenê nêzîkî 140 gram hêjîr dixwe ku li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê welatiyekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane zêdetirî 3,1 kîlogram hêjîr dixwe.
Ev jî nîşan dide ku welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 22 qatan ji Amerîkiyan zêdetir hêjîran dixwin.
Her wiha, ji sedî 80yê wan hêjîrên ku li Amerîkayê tên firotin, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên hawirdekirin.
.webp&w=3840&q=75)

