New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî gavên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo bidawîanîna şerê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û radigihîne ku ew çavdêriya bipêşketina pêvajoya dan û standinan dikin.
Parlamentoya Tirkiyeyê bi piraniya dengan pêşniyaryasaya taybet bi pêvajoya çareseriyê qebûl kir.
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula ji Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsî bê ma ti daxuyaniyên Sekreterê Giştî Antonio Guterres li ser yasayê hene yan na.
Farhan Haq di bersivê de ragihand:
"Em dê li gorî bipêşketina xebatan binirxînin lê bê guman em piştgiriyê didin hemû gavên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo pêkanîna aştiyê ya bi PKKyê re."
Roja duşemê pêşniyaryasaya taybet bi pêvajoya çareseriyê ku ji 12 xalan pêk tê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Ji 592 parlamenteran, 563 parlamenter beşdarî dengdana projeyasayê bûn.
Ji wan parlamenteran 467an dengê "erê", 87an dengê "na" da û 7 parlamenter jî bêalî man.
Di heman demê de bi ketina warê bicihanîna ya yasayê re, medyaya Tirkiyeyê gavên danîna çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi awayê 10 xalan belav kirin ku wekî beşeke girîng a bicihanîna vê yasaya nû tê dîtin.
Pirsa Namo Ebdula û bersiva Farhan Haq:
Rûdaw: Ma ti daxuyaniyên Sekreterê Giştî li ser wê yasayê hene ku li Tirkiyeyê li ser pêvajoya dan û standin û aştiya Kurdan hat qebûlkirin, her wiha li ser wê yekê ku dê xebat çawa bi pêş ve biçin?
Farhan Haq: Em dê li gorî bipêşketina xebatan binirxînin lê bê guman em piştgiriyê didin hemû gavên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo pêkanîna aştiyê ya bi komên Kurdî re ku PKK di nav de ye.

_(1).webp&w=3840&q=75)

