Hewlêr (Rûdaw) - Roja duşemê belemek bi 230 koçberan gihîşt beravên Brîtanyayê.
Ev heta niha hejmara herî zêde ya koçberan e ku tenê bi belemekê hatiye tomarkirin.
Vê bûyerê rekora berê ya ku meha Tîrmehê hatibû tomarkirin şikand.
Wê demê 165 kes bi belemekê derbasî aliyê Brîtanyayê bûbûn.
Wêne nîşan didin ku belem ew qasî qerebalix bûye ku gelek koçber neçar mane lingên xwe berdin nav avê.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku ev bûyera nû delîla "taktîkên xeter ên komên tawanbaran" e.
Tîmên parastina sîvilan a Fransayê dibêjin dirêjiya belemê 15 metre bûye û ji ber giraniya zêde ya rêwiyan li ber binavbûnê bûye.
Îsal 14 hezar û 530 koçber gihîştine Brîtanyayê ku ev hejmar li gorî 7 mehên destpêkê yên sala 2025an gelekî kêm bûye.
Par di heman demê de 29 hezar û 3 kes derbasî Brîtanyayê bûbûn.
Rayedarên Brîtanyayê di wê baweriyê de ne ku ev kêmbûn encama tundkirina çavdêriyê û destdanîna ser 1100 motorên belemê ye.
Îsal di Tengava Îngilîzê de 17 kes xeniqîn, par di heman demê de hejmara miriyan 20 kes bû.
_(1).webp&w=3840&q=75)


