Hewlêr (Rûdaw) - Endazyarê şaristaniyê yê Kurd Rizgar Arif Heso amadehiyan dike ku wekî namzed beşdarî hilbijartinên encumena şaredariyê ya bajarê Oldenburgê ya li herêma Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê bibe.
Hilbijartin 13ê Îlona 2026an tên kirin û Rizgar Heso ji lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) xwe kiriye namzed.
Ev beşdarbûna Rizgar wekî nîşana bipêşketina rola siyasî û civakî ya Kurdên diyasporayê tê dîtin.
Rizgar dixwaze di siyaseta navxweyî ya Almanyayê de roleke çalak bilîze, di heman demê de hîn jî pêwendiyeke wî ya kûr bi mijarên mafên mirovan û xeyalên neteweyî yên gelê Kurd re heye.
Jiyana akademîk
Rizgar Heso niha li Almanyayê di warê endazyariya şaristaniyê de xwendekarê doktorayê ye.
Berê jî bawernameya masterê ya endezyariya şaristaniyê û birêvebirina projeyan û her wiha bawernameya bekeloryosê jî ya heman warî li Zanîngeha Oldenburgê ya Almanyayê standiye.
Rizgar beriya ku here Almanyayê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dest bi xwendina zanîngehê kir lê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê ku jiyana akademîk asteng kir, wekî gelek xwendekarên din ên Kurd neçar ma ji bo temamkirina xwendina xwe berê xwe bidin derveyî welêt.
Rizgar Heso ji bilî ku niha endamê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) ye, berê endamê komîteya birêvebirinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê bû.
Ev tecrubeya wî jî pêwendiya navbera karên wî yên siyasî yên niha yên li Almanyayê û xebata wî ya berê ya ji bo demokrasiyê ya li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide.
Rizgar sala 1992yan li navçeya Çelebiyê ya Kobaniyê ji dayîk bûye, zewicî ye û bavê sê zarokan e.
Bajarê Kobaniyê salên 2014 û 2015an dema ku ji aliyê DAIŞê ve hat dorpêçkirin û pişt re ji aliyê şervanan ve bi temamî hat rizgarkirin û berxwedana Kurdan bû semboleke cîhanî.
Rizgar Heso dixwaze bi gihîştina encumena şaredariyê, ji bo pirsgirêkên civakî yên wekî mijara têkelbûna penaberan a nav civaka Almanyayê, niştecîbûn, perwerde û bipêşxistina bajêr xizmetê bike.
Rizgar Hiso beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Parastina çand û zimanên neteweyan ji bo min xaleke sereke ye” û da zanîn ku ew dixwazin li dibistanan waneyên Kurdî hebin.


