Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Nonthaburiyê ya Taylandê di êrişeke bi çekan a li dibistanekê de 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya BBCyê, êriş li Dibistana Debsirin Nonthaburiyê ya li herêma Bang Kruaiyê hatiye kirin.
Ev herêm li bakurrojavayê Bangkoka paytexta Taylandê ye.
Tîmên parastina sivîlan ên ku çûn cihê bûyerê ragihand ku di êrişê de 6 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku êrişkar xwendekarekî 14 salî yê heman dibistanê ye.
Hat ragihand ku cenazeyê êrişkar li dibistanê hatiye dîtin.
Piştî êrişê mamosteyan xwendekar û karmend birin cihên ewle.
Hêzên ewlehiyê di çenteyê êrişkar de gelek çek û teqemenî dîtin.
Hêzên ewlehiyê li ser êrişê dest bi lêpirsînê kir.


