Hewlêr (Rûdaw) - Polîs û Dozgeriya Giştî ya bajarê Augsburgê yê Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku Erebekî Sûriyeyî yê 29 salî bi tohmeta kuştina 2 mêrên Kurd hatiye girtin.
Li gorî agahiyên çalakvanên Kurd, yek ji qurbaniyan 39 salî ye û ji Rojavayê Kurdistanê ye, yê din jî 54 salî ye û ji Silêmaniyê ye lê belê polîsan heta niha sedema kuştinan eşkere nekiriye.
Dozgeriya Giştî ya Augsburgê û polîsên herêmê di daxuyaniyeke hevbeş de ku ji nûçegihanê Rûdawê Kehî Mehmûd re şandine girtina wî kesî ya bi tohmeta "kuştina biqest" piştrast kir.
Polîsan eşkere kir ku cenazeyên her 2 kesên roja duşemê demjimêr 16:00an di nav konteynereke çopê ya kampa penaberan de hatine dîtin.
Tê gotin ku nasekî Kurdê 54 salî yê ji Silêmaniyê polîs agahdar kiriye, dibe ku hevalê wî di rewşeke xirab de be.
Li gorî agahiyên polîsan, lêpirsînên li nav kampê heta îro jî berdewam dikin lê hîn agahiyên fermî li ser sedema tawanê û çekê ku hatiye bikaranîn nehatine belavkirin.
Polîsan amaje pê kir ku qurbanî û kujer di heman kampê de jiyane.
Gumanbarê 29 salî û mêrê 54 salî di jûrekê de bûne.
Tîmeke taybet a polîsên tawanê ya Augsburgê ji bo lêkolîna li ser bûyerê hatiye avakirin.
Serokê Şaredariya Augsburgê Dirk Wurm li ser bûyerê got:
"Vê nûçeyê em hejandin. Dilê min bi malbat û xizmên qurbaniyan re ye."
Li gorî agahiyên Şaredariya Augsburgê, piştî vê bûyerê kamp hatiye valakirin.
4 kesên li kampê ji aliyê ofîsa bicihkirinê ve di xaniyekî hawarçûnê de hatine bicihkirin û yên din jî li cem xizmên xwe dimînin.
Di wê kampê de penaberên ji welatên wekî Somalî, Tirkiye, Pakistan, Sûriye, Îraq û çend welatên din hebûn.



