Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares ragihand ku piraniya koçberên neyasayî yên ku ji Mexribê derbasî bajarê Ceutayê yê Spanyayê yê li Afrîkayê bûbûn vegeriyane Mexribê.
Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares li ser koçberên neyasayî yên ku ji Mexribê derbasî Ceutayê bûne daxuyaniyek da û got:
“Hema bêje hemû kesên ku ketibûn Ceutayê vegeriyan Mexribê.
Bêyî tesbîtkirina nasnameyê ya li bin kontrola polîsan, ne mimkun e ku mirov ji Ceuta û Melillayê derbasî axa sereke ya Spanyayê bibe.
Yekparçeyiya Herêma Schengenê bi temamî di bin garantiyê de ye.
Dawiyê li agahiyan şaş ên bi qestî bînin.”
Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Spanyayê
Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê Berpirsê Kar û Barên Navxwe û Koçberiyê Magnus Brunner jî eşkere kir ku ew bi Albares re bi telefonê axiviye.
Brunner da zanîn ku Albares di wê axaftinê de jê re gotiye ku di encama xebatan de “hema bêje hemû” koçberên ku ji bo Ceutayê bi rê ketibûn vegeriyan Mexribê.
Brunner diyar kir ku “kesekî jî nekarî derbasî axa sereke ya Yekîtiya Ewropayê bibe” û anî ziman ku ew bi wezîrên pêwendîdar ên li Ewropayê re di nav pêwendiyê de ne û dê hevahengiya wan berdewam bike.
30ê Tîrmehê midaxele li wan koçberan hatibû kirin ku ji beravên Fenîdeka Mexribê bi avjeniyê hewl didan derbasî bajarê Ceutayê yê Spanyayê bibin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştî bûyerê ragihandibû ku hikûmetê hemû derfetên xwe ji bo vê mijarê terxan kirine.
Hikûmeta Spanyayê ji ber zêdebûna hewldanên koçberiya neyasayî biryar da ku ji bo dabînkirina ewlehiyê hêzên çekdar li Ceutayê bi cih bike.
Hikûmetê ragihand ku tê texmînkirin di nava 24 demjimêrên dawî de hejmara kesên ku bi avjeniyê yan jî bi peyatî gihîştine Ceutayê ji 49 hezarî derbas bûye.



