Dusseldorf (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Muradê ragihand ku dadperweriya ji bo Kurdên Êzidê bi derengî dikeve.
Vê hefteyê Nadiya Murad li Cenevreyê bû mêhvana Nûnertiya Fransayê ya li Neteweyên Yekbûyî û di konfêransekê de axivî.
Rexneyên Nadiye Muradê hebûn û wê got, "Pêkanîna dadperweriyê ya ji bo Êzidiyan a li ser asta navneteweyî gelekî hêdî dimeşe."
Li Almanyayê merasîma bîranînê
Tê payîn ku destpêka hefteya bê li Almanyayê jî merasîmeke bîranîna komkujiya Kurdên Êzidî bê lidarxistin.
Almanyayê mazûvaniya dîyasporaya Kurdên Êzidî ya herî mezin dike.
Dê gelek wezîr, siyasetmedar û kesayetiyên naskirî yên Almanî beşdarî wê merasîmê bibin.


