Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li 7 herêmên Ukraynayê bi taybetî li Kîev û Lvîvê êrişî balafirgehên leşkerî, şirketên pîşesaziya parastinê û navendên lojîstîk kiriye.
Wezaretê eşkere kir ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi şev bi çekên dûravêj ên ji bejahî, asman û deryayê û bi dronan êrişeke giran pêk aniye.
Di êrişan de li bajarên Kîev û Lvîvê û li herêmên Ivano-Frankivsk, Jitomir, Rivne, Vinnitsa û Dnipropetrovskê li balafirgehên leşkerî, şirketên pîşesaziya parastinê û navendên ragihandin û lojîstîkê hat xistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev cih ji bo hilberîn, hilanîn û şandina sîsteman û dronan û her wiha ji bo kontrolkirina rewşa asmanî hatine bikaranîn.
Her wiha hat diyarkirin ku li Bendera Yujniyê keştiyeke barhilgir û li rojhilat û başûrê Odessayê jî du keştiyên ku alavên leşkerî vediguhastin bûne hedef.



