Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku şiyana leşkerî ya Îranê bi temamî têk çûye û Tehran niha gelekî dixwaze bi Washingtonê re peymanekê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku xeta wan a sor ew e ku Îran ti carî nebe xwediya çekên atomî.
Donald Trump îro di daxuyaniyeke xwe ya nû de li ser rewşa Îranê û şerê li herêmê got:
"Her tiştê li ser Îranê gelekî baş bi rê ve diçe, loma baweriyê bi medyaya sexte nekin.
Me gelekî baş û bi tundî li Îranê xist, êdî hêza wan a deryayî û asmanî nemaye."
Serokê Amerîkayê amarên hûrgilî yên li ser wan zererên ku artêşa Amerîkayê gihandine Îranê eşkere kirin û got:
"250 balafirên wan ên şer neman, 150 belemên wan ên mayînan ku belemên gelekî bipêşketî bûn niha hemû di kûrahiya deryayê de ne.
Radarên wan nemane û tenê çend dronên wan mane, ew e ku hûn niha dibînin."
“Dixwazin peymanê bi me re bikin”
Trump amaje pê kir ku rayedarên Tehranê di bin re dixwazin hevdîtinan bikin û anî zimên:
"Bi wî awayê ku niha bi me re diaxivin, gelekî dixwazin peymanê bi me re bikin.
Ez bawer nakim hîn amade bin lê ez amade me guh bidim wan."
Serokê Amerîkayê careke din gef xwarin û ragihand ku ew rê nadin Îran bibe xwediya çekên atomî û got:
"Em naxwazin bibînin ku Washington, Îsraîl yan jî Rojhilata Navîn bi çekên atomî wêran bibin.
Ez dizanim hêza çekên atomî çi qas e, loma em ti carî rê nadin ku ev yek rû bide."
Piştî 13 şevan şer rawestiya
Piştî 13 şevên şer û pevçûnên tund doh artêşa Amerîkayê êrişî Îranê nekir.
Li hemberî vê yekê, Îranê jî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêma Kendavê nekiriye.
Li aliyê din, artêşa Behreynê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku pergals parastina asmanî îro çend êrişên bi dronan ên Îranê şikandine.



