Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew bawer dike Çîn û Rûsya çekan nafiroşin Îranê.
Trump destnîşan kir ku rewşeke berevajî vê yekê dê ne di berjewendiya her du welatan de be.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser Çîn û Rûsyayê daxuyanî dan.
Trump bi bîr anî ku wî li Pekînê bi Serokê Çînê Şi Cinping re hevdîtinek kiriye.
Trump eşkere kir ku lîderê Çînî ji wî re gotiye ku ew dê di bin ti mercan de çekan nedin Îranê yan jî nefiroşinê û ev yek ji bo şirketên Çînî jî derbasdar e.
Trump li ser vê yekê anî zimên: "Bi liberçavgirtina pêwendiyên me ez baweriya xwe bi gotina wî tînim. Ji xwe ez jî qenciyên gelekî mezin bi wî dikim."
Soza Putin a ji bo Trump
Trump destnîşan kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ji wî re gotiye ku ew dê çekan nefiroşe Îranê.
Trump li ser vê mijarê got: "(Putin) dizane ku ez çekan difiroşim welatên NATOyê, ne Ukraynayê."
"Dê ji bo wan gelekî xerab be"
Donald Trump ragihand ku welatên NATOyê bihayê tam ê çekan didin û ti agahiyên wî nînin ka ew çek çawa tên dabeşkirin û got:
"Her çi qasî gelek caran were gotin jî ez bawer dikim ku her du welatên mezin (Çîn û Rûsya) beşdarî firotina çekan a ji bo Îranê nabin.
Eger beşdar bibûna, ev dê ji bo wan gelekî xerab bibûya. Bi awayekî teqez ev ne di berjewendiya wan de ye."



