Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) ragihand ku ji ber zehmetiya dabînkirina sotemeniyê û bihabûna bêhempa ya gaza xwezayî ya ku pêwendiya wan bi şerê li Îranê re heye, bikaranîna komirê ji bo hilberîna elektrîkê sala 2026an zêde bûye.
Saziya Navneteweyî ya Enerjiyê di raporeke nû de eşkere kir ku şerê li Îranê bûye sedema girtina berdewam a Tengava Hurmizê.
Vê yekê wiha kiriye ku ji sedî 20ê hinartina gaza xwezayî ya şidandî (LNG) li cîhanê raweste û piraniya aboriyên cîhanê neçar bibin ku berê xwe bidin komirê.
Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku hilberîna elektrîkê ya bi rêya şewitandina komirê sala 2026an ji sedî 1,4 zêde bibe.
Sedema sereke ya vê guherînê ji ber bihabûna enerjiyê ye ku li gorî nîveka yekem a sala 2025an, ji sedî 30 zêde bûye.
Saziya Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) anî ziman ku biha gihîştine asta herî bilind a piştî krîza enerjiyê ya salên 2022 û 2023yan ku ji ber şerê li Ukraynayê derketibû.
Zererên li ser jîngehê
Zêdebûna bikaranîna komirê zererê dide jîngehê.
Sazî pêşbînî dike ku berdana gaza karbondîoksîtê ya di sektora elektrîkê de îsal ji sedî 1 zêde bibe.
Ev zêdebûn li herêman ji hev cuda ye; wekî mînak li başûrrojhilatê Asyayê ji sedî 6 zêde dibe lê li welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 5 kêm dibe.
IEAyê destnîşan kir ku tevî geşbûna komirê, enerjiyên nûjenbar dê sala 2027an bibin çavkaniya herî mezin a hilberîna elektrîkê ya li cîhanê û dê bikevin pêşiya komirê.
Tê pêşbînîkirin ku dabînkirina enerjiya nûjenbar sala 2026an ji sedî 8 zêde bibe.
Di vê qonaxê de enerjiya rojê cara yekem dikeve pêşiya ba û piştî avê dibe çavkaniya duyem a herî mezin a elektrîka pak.
Daxwaza elektrîkê zêde dibe
Saziyê ragihand ku daxwaza cîhanî ya elektrîkê ji ber pîşesazî, otomobîlên elektrîkî û navendên amaran her ku diçe zêdetir dibe.
Tê pêşbînîkirin ku daxwaz îsal ji sedî 3,6 û sala bê jî ji sedî 3,8 zêde bibe.
Ji bilî şer, diyardeya El Ninoyê jî bandoreke xirab kiriye.
Bilindbûna pileyên germahiyê wiha kiriye ku daxwaza ji bo amûrên hênikker zêde bibe.
Her wiha vê diyardeyê hilberîna elektrîkê ya bi rêya ba û avê sînordar kiriye û zexteke zêdetir xistiye ser rêyên klasîk ên hilberîna elektrîkê.

