Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku dê geştên asmanî yên di navbera Almanya û Sûriyeyê de 27ê Tîrmehê asayî bibin.
Wezaretê diyar kir ku rewşa ewlehiya asmanî ya li Sûriyeyê baştir bûye û ji ber vê yekê dê di heman rojê de qedexeya daketinê were rakirin.
Biryara destpêkirina geştan jî dê li ser daxwaza şirketên firokevaniyê be.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Almanyayê îro ji Rûdawê re axivî.
Berdevk hûrgiliyên peymana veguhastina asmanî eşkere kirin.
Ev peyman 23yê Tîrmehê li Şamê di navbera rayedarên Sûriyeyê û Balyozê Almanyayê de hatibû îmzekirin.
Berdevkê wezaretê got, "Peymana veguhastina asmanî ji xeynî pênaseyan, gelek rênimayan li xwe digire.
Di nav van de mafê veguhastinê, pêbendbûna bi qanûnan, rêzik û rêbaz, bac û xerc, her wiha aliyên civakî û kar hene."
Dê geştên asmanî kengî û çawa dest pê bikin?
Wezaretê eşkere kir ku ji bo veguhastina asmanî li gorî qanûna niha, dê li Sûriye û Almanyayê şeş cih (balafirgeh) werin bikaranîn û Şam û Berlîn jî di nav van de ne.
Berdevk her wiha anî zimên ku di paşerojê de, ango ji 27ê Tîrmehê pê ve şirketên firokevaniyê dê bi xwe biryarê bidin.
Ew dê li ser rêkxistin û hilbijartina bajar û balafirgehên Almanya û Sûriyeyê biryarder bin.
Li gorî agahiyên wezaretê, rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê gihiştiye astekê ku êdî pêwîstî bi qedexeya giştî ya dewletê nîne.
Lewma biryar ji şirketên firokevaniyê re hatiye hiştin da ku ew li gorî nirxandinên xwe gavan biavêjin.
Berdevkê wezaretê li ser biryara qedexeyê ev agahî dan:
"Wezareta Veguhastinê (BMV) plan dike ku 27ê Tîrmeha 2026an dawî li qedexeya daketinê (Asta Metirsiyê ya 3yan) bîne.
Ev qedexe ji bo balafirên li ser navê Almanyayê tomarkirî derbasdar e
Li şûna vê, dê rênimayeke firokevaniyê ya di Asta Metirsiyê ya 2yan de were weşandin.
Ev rênima dê wekî 'pêşniyara neçûyînê' ji bo geştên di bin FL260î de (nêzîkî 8,5 km) be."
Wezareta Veguhastinê ya Almanyayê her wiha eşkere kir ku Berlîn dê ji bo veguhastina asmanî û avakirina jêrxana firokevaniyê ti alîkariya darayî nede Sûriyeyê.
Ev pêngava nû wekî nîşaneya vegera aramiyê ya li herêmê tê dîtin.
Her wiha tê çaverêkirin ku pêwendiyên bazirganî û geştiyariyê jî xurttir bibin.


