Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê hejmara kesên ku ji ber her du erdhejên mezin ên 24ê Hezîranê mirine gihîşt 5 hezar û 398an.
Serokê Meclisa Niştimanî ya Venezuelayê (AN) Jorge Rodriguez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Rodriguez diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de mirine zêde bûye û gihîştiye 5 hezar û 398an.
Her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 16 hezar û 740an.
Rodriguez destnîşan kir ku li herêmên erdhejê hîn jî zêdetirî 60 hezar kesan dixebitin ku 30 hezar ji wan xwebexş in.
Rodriguez anî zimên ku belavkirina kel û pelên alîkariya mirovî û ava paqij a li lêqewimiyên erdhejê didome.
Pirtirî 30 hezar kesan winda ne
Li gorî nûçeyên medyaya niştimanî, ji 24ê Hezîranê ve li herêmê bi giştî 1463 erdhejên paşekî hatine tomarkirin.
Li ser malpera înternetê ya destpêşxeriya (înîsiyatîv) sivîl a bi navê "Windayên Erdheja Venezuelayê" hat ragihand ku heta niha ji bo zêdetirî 30 hezar kesî serlêdana windabûnê hatiye kirin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku 24ê Hezîranê li Venezuelayê bi navbera 39 çirkeyan du erdhejên bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan çêbûne.
Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) jî di daxuyaniya xwe ya 26ê Hezîranê de eşkere kiribû ku lêçûna zererên fîzîkî yên rasterast ên erdhejê 6,7 milyar dolar e.

.webp&w=3840&q=75)

