Hewlêr (Rûdaw) - Trump piştî ku li Urdinê 2 leşkerên Amerîkayî hatin kuştin operasyona leşkerî ya li hemberî Îranê parast û got ku wan “bersiveke tund” daye Tehranê.
Trump her wiha got, “Eger Îran neyê rawestandin dê herêm ber bi şerekî mezintir ve biçe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê ji rojnameya New York Postê re axivî û got:
“Ew leşkerên ku canê xwe ji dest daye ji bo ku rê nedin Îran bibe xwediya çeka nukleerê ca canê xwe feda kiriye.”
Trump hişyarî da ku eger Tehran neyê rawestandin, dê Rojhilata Navîn ber bi şerekî berfirehtir ve biçe.
"Nîşan dide ku Îran çi qasî xeternak e"
Trump li ser leşkerên ku di êrişa li Urdinê de hatine kuştin wiha got:
"Ev yek gelekî xemgîn e. Lê belê erkê wan gelekî girîng bû. Wan ji ber ku nedixwest Îran bibe xwediyê çeka nukleerê canê xwe feda kir.
Ev yek jî nîşan dide ku Îran çi qasî xeternak e."
Trump li ser pirsa “Gelo dê bi malbatên leşkerên ku canê xwe ji dest daye re hevdîtinê bike” got, “Bê guman. Ez her tim vê yekê dikim."
Li Urdinê 2 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
Roja înê, li Urdinê êrişî Baregeha Asmanî ya Muwaffaq Saltiyê hat kirin.
Di êrişê de 2 leşkerên Amerîkayê mirin, leşkerek winda bû û herî kêm 4 leşker jî birîndar bûn.
Amerîkayê 5 saet û nîvan êrişî Îranê kir
Artêşa Amerîkayê şeva borî êrişî Îranê kir.
Êrişan nêzîkî 5 saet û 30 xulekan ajot û di êrişan de pergalên çavdêriya peravan ên Îranê, kelûpelên parastina asmanî, keştî û belemên leşkerî û embarên mûşek û dronan hatin armancgirtin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser mijarê daxuyanî da.
CENTCOMê diyar kir ku armanca êrişan lawazkirina kapasîteya Îranê ya çêkirina gefan a li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.
Her wiha CENTCOMê da zanîn ku baregehên Supaya Pasdaran a Îranê jî hatine armancgirtin.
Amerîka Supaya Pasdaran wekî berpirsyarên êrişa li dijî leşkerên xwe yên li Urdinê dibîne.
Trump jî di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de gotibû ku ew "ti carî guh nade" daxuyaniya Îranê ya vekişîna ji peymana lihevhatinê ya di navbera her du welatan de.
Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê, Pentagon balafirên şer şandine herêma Kendavê.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên F-16an ji Baregeha Asmanî ya Spangdahlemê ya li Almanyayê tên şandin.
Her wiha balafirên şer ên F-35an jî ji baregehên Amerîkayê yên li Brîtanyayê tên sewqkirin.
Beriya niha jî gelek balafirên sotemeniyê şandibûn Kendavê.
Demokrat rexne dikin, Trump bersiv dide
Piştî êrişa li Urdinê hinek endamên Demokrat ên Kongreyê birêvebiriya Trump berpirsyar dîtin.
Serokê Amerîkayê jî bersiveke tund da rexneyan û got:
"Ma we qet pirsî ka li Vîetnamê çend kes mirin? Di dema birêvebiriya Joe Biden de li Efxanistanê di rojekê de çend kesan canê xwe ji dest da, ma we qet pirsî?"
Komariyan ji bo leşkerên ku di êrişê de canê xwe ji dest daye peyamên sersaxiyê belav kirin.
Demokratan jî ev rûdan ji bo rexnekirina siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn anîn rojevê.



